Mînakeke têkoşerekî rastîn û dilsoz

Nûçeya Koça Dawî ya Têkoşerê Kurd Îbrahîm Gabarî; Baregeha Barzanî Peyama Sersaxiyê Belav Kir

Sep 16, 2025 - 09:03
Mînakeke têkoşerekî rastîn û dilsoz
Têkoşerê Kurd Îbrahîm Gabarî

Hewlêr Kurdistan: 15ê Îlona 2025 – Baregeha Barzanî îro bi xemgîniyeke mezin ragihand ku têkoşer û kesayetiyeke Kurdperwer ji Rojavayê Kurdistanê, Îbrahîm Gabarî, koça dawî kiriye.

Di peyama sersaxiyê ya ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku Îbrahîm Gabarî jiyana xwe ya dirêj ji bo xebata Kurdayetiyê di Şoreşa Îlonê û qonaxên din ên tevgera rizgarixwazî ya gelê Kurd de terxan kiribû. Di vê rêya têkoşînê de, ew rastî koçberiyê, zindanîkirina demdirêj û gelek zehmetiyan hatibû.

Peyam herwiha bal kişand ser bandora mezin a Gabarî û malbata wî li ser tevgera rizgarixwazî ya Kurd li Sûriyê, û ew wekî "mînakeke têkoşerekî rastîn û dilsoz" hat binavkirin.

Cenabê Serok Mesûd Barzanî, yê ku rehmetî Îbrahîm Gabarî di çendîn qonaxên dijwar de ji nêz ve naskiribû, bi bihîstina nûçeya koça dawî ya wî xemgîn bûye û sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wî re xwest.

Baregeha Barzanî di daxuyaniya xwe de, sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbat û heval û nasên Îbrahîm Gabarî û hemû têkoşer û xebatkarên Rojavayê Kurdistanê kir, û xwe di şîn û xema wan de hevbeş zanî.

Di dawiyê de, daxwaz ji Xwedayê mezin hat kirin ku ruhê rehmetî bi bihişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bide hemû aliyan, û peyam bi hevoka "Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda" bi dawî bû.