Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Daxwaza Şîfayê Ji Bo Dr. Îsmaîl Beşikçî Kir
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hêviya tenduristî û selametiya baş ji bo Beşikçî xwest û ji Xwedayê mezin dua kir ku şîfayê bide wî û tenduristî û temenek dirêj jê re binivîse, da ku ew bikaribe xizmeta gelê Kurd û mirovahiyê bidomîne.

Hewlêr - Kurdistan: Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF), daxwaza şîfaya lezgîn ji bo zanyarê civaknas û bîrmendê navdar ê Tirkiyeyî û dostê mezin ê Kurdan, Dr. Îsmaîl Beşikçî kir. Rewşa tenduristî ya Beşikçî, duh Yekşemê, 27ê Îlona 2025an, dema ku li 9. Festîvala Fîlman Li Amedê de gotarek pêşkêş dikir, xerab bûye. Niha Beşikçî li nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê li Amedê di bin çavdêriya tund de ye.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di daxuyaniya xwe de anî ziman ku Dr. Îsmaîl Beşikçî di 7ê Çileya 1939an de, li gundê Îskîlîp a ser bi parêzgeha Çorumê ya Tirkiyeyê, di malbateke olperwer de ji dayik bûye. Beşikçî beşeke zêde ya temenê xwe ji ber parastina mafên Kurdan, di zîndanên Tirkiyeyê de derbas kiriye û bi nêrînên xwe yên dadperwer li ser pirsgirêka Kurd li cîhanê tê naskirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Dr. Beşikçî dostekî dilsoz ê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bûye û herdem kar û çalakiyên vê dezgehê bilind nirxandiye. BCF, ku li qada mirovahî û xêrxwaziyê xwedî çalakiyên berfireh e, herdem ji bo pêşvebirina aşitî û mirovahiyê xebitiye.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hêviya tenduristî û selametiya baş ji bo Beşikçî xwest û ji Xwedayê mezin dua kir ku şîfayê bide wî û tenduristî û temenek dirêj jê re binivîse, da ku ew bikaribe xizmeta gelê Kurd û mirovahiyê bidomîne.