Li Hewlêrê Merasîmek Mezin Ji Bo Şehîdên Yekê Sibatê Tê Lidarxistin
Li Hewlêrê Merasîmek Mezin Ji Bo Şehîdên Yekê Sibatê Tê Lidarxistin
Di salvegera Şehîdên 'Yekê Sibatê' de, merasîmek mezin li Parka Samî Ebdulrehman li bajarê Hewlêrê tê lidarxistin û sibe 19 sal bi ser wê kiryara terorîstî re derbas dibe.
Di roja 1ê Sibata 2004an de, du êrîşên xwekujî li baregeha Leqa Du ya Partî û Navenda Sê ya Yekîtî li Hewlêrê rû dan, ji ber vê yekê 103 kes şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn. Sibe 19 sal bi ser wê kiryara terorîstî re derbas dibe.
Çavkaniyeke bilind di Wezareta Şehîdan û Enfalbûyan de ji AVA Medyayê re ragihand: Roja 1ê Sibata 2026an saet 10:00ê sibehê, li bîrdariya Şehîdên Yekê Sibatê li Parka Samî Ebdulrehman, bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezîrê Şehîdan û Enfalbûyan, Parêzgarê Hewlêrê, konsul, nûnerên welatan û kesûkarên şehîdên Yekê Sibatê, merasîmek mezin tê lidarxistin.
Wê çavkaniya Wezareta Şehîdan û Enfalbûyan got: "Di merasîmê de taca gulan a Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Şehîdan û Enfalbûyan û kesûkarên şehîdan tê danîn."
Ji aliyekî din ve, Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Hewlêrê, ji AVA Medyayê re ragihand: Amadekarî ji bo merasîmê qediyane, sibe Yekşemê merasîmek hêja ji bo bîranîna Şehîdên Yekî Sibatê li Parka Samî Ebdulrehman tê lidarxistin û berpirsên bilind ên hikûmî û hizbî jî tê de beşdar dibin.