Peyama Serok Barzanî Ji Bo Xwepêşanderên Kurd Li Ewropayê
Peyama Serok Barzanî Ji Bo Xwepêşanderên Kurd Li Ewropayê
Serok Barzanî di peyamekê de ji bo Kurdistanîyên derveyî welat, li gel pesindana piştgiriya wan ji bo Rojavayê Kurdistanê, tekez dike ku Kurd parêzvanê mirovahiyê bûye û niha dem hatiye ku mirovahî parêzvanê Kurdistanê be, her wiha daxwaza çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan li Sûriyê dike.
Naveroka Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Kurdistanîyên hêja
Amadebûyên rêzdar
Xûşk û birayên ezîz
Cihê şanaziyê ye ku îro li bajarên welatên Ewropayê, hejmareke zêde ya Revenda Kurd bi coş û xiroşî û bi awayekî bêhempa di kombûnên aştiyane de, piştgiriyê didin xûşk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê.
Ev nîşaneke zelal e ji bo şiyan û zindîbûna Revenda Kurd li derveyî welat, ev yek jî îsbat dike ku nifşên gelê me li derveyî welat, her dem hêzeke mezin, amade û yekgirtî ne, ji bo piştgiriya doza rewa ya gelê Kurdistanê li her parçeyekî Kurdistanê be. Silav û rêzên taybet ji min ji bo we yên hêja hene… Bi xêr hatin ser çavan.
Di destpêka sedsala bîstemîn de, axa Kurdistanê bi neheqî hate dabeşkirin, piştî wê dabeşkirinê, gelê Kurdistanê rûbirûyî karesat û tengasiyan û êşeke zêde bû. Lê belê wê rewşa dijwar a ku ji bo gelê Kurdistanê hatibû çêkirin, nebû sedem ku gelê me îradeya xwe winda bike û mafên xwe ji bîr bike. Berevajî wê, gelê Kurdistanê roj bi roj bihêztir û hişyartir li ser têkoşîna xwe ya ji bo misogerkirina mafên xwe berdewam kir. Di rêya têkoşînê de jî gelek qurbanî dan.
Weke parçeyên din ên Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê jî gelê Kurd xebat û têkoşîneke dirêj heye. Têkoşer û şoreşgerên Rojavayê Kurdistanê, gelek êş, zîndanî, derbederî û koçberiyê dîtine. Piştî têkoşîneke zêde rûbirûyî metirsiya terorîstên DAIŞê bûn, ciwanên gelê me bi mêrxasiya xwe û bi xwîn û qurbaniyên xwe DAIŞ şikandin û bûn parêzvanên mirovahiyê.
Niha gelê me li Rojavayê Kurdistanê rûbirûyî metirsiyeke nû û rewşeke aloz û metirsîdar bûye. Erkeke niştimanî û neteweyî ya her Kurdistanîyekî ye ku piştgiriya xûşk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bike.
Dengê her yek ji we bandora xwe li ser moral û berxwedana gelê Kurd li Kurdistanê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê heye, her wiha peyameke ji bo xelkê cîhanê ku piştgiriyê bidin daxwaz û mafên rewa yên xûşk û birayên me.
Erkê civaka navdewletî û welatên Rojavayî ye, ku berpirsiyariya xwe hilgirin û rê nedin ku tengasiyên û êşên gelê me dubare bibin. Di şerê DAIŞê de Kurd parêzvanên mirovahiyê bûn, niha pêwîst e mirovahî parêzvanên Kurdistanê be.
Amadebûyên ezîz… Kurdistanîyên hêja
Xwepêşandan û kombûna we, nîşaneke zelal a wê yekdengiya neteweyî ye ku di dilê Kurdistanîyên derveyî welat de ye. Ev yek jî wê rastiyê nîşan dide, ku cudahiya sînoran û ramanên siyasî, nikarin têkiliyên dîrokî û neteweyî di dilê me de qels û bêhêz bikin. Em yek netewe ne, û yek dîrokeke me heye. Yek paşerojeke me jî heye, û di şahî û nexweşiyan de hevpar in. Kurdbûna me ji her îdeolojiyekê bilindtir e. Kurdbûn peyama aştiyê û bihevrejiyanê ye, ne tenê ji bo gelê me, lê ji bo gelên herêmê û tevahiya cîhanê jî.
Ez spasiya her yek ji we yên hêja û rêxistvanên vê kombûnê û Konfederasyona Revenda Kurdistanê dikim, spasiya hemû Kurdistanîyên derveyî welat dikim, ku di rojên borî de bi himet û hemasiyeke zêde piştgiriya xûşk û birayên xwe yên li Rojava kirin. Destxweşiyê li we dikim, her ew ji we tê çaverêkirin. Pêwîst e ev piştgirîkirin di çarçoveya awayên aştiyane û rêkarên sîvîl de her berdewam bike.
Daxwaza min ew e ku di kombûnên xwe de, di merasîm û xwepêşandanên xwe de, bi temamî pabendî nirxên bilind ên gelê me bin, û pabendî qanûn û rêzikên wan welatan bin ku tê de dijîn. Bi her awayî xwe ji aloziyê û girjî û tundûtûjiyê dûr bigirin. Gelê Kurdistanê pirsgirêka wî bi siyaseta hikûmet û rejîman re heye, û ti pirsgirêka wî bi netewan re tune ye, divê her kes ji vê yekê agahdar be, nabe ku kîn û pirsgirêk di navbera Kurd û neteweyên din de çêbibe. Peyama gelê Kurdistanê peyama aştiyê û mirovdostiyê û bihevrejiyanê ye.
Her wiha li vir pêwîst dibînim ku daxwazê ji Hikûmeta Sûriyê û Hêzên HSDê bikim ku li ser agirbesta navbera xwe berdewam bin. Ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên xwe, pişta xwe bi diyalog û lihevkirinê girêdin û bi ti awayî rê neyê dayîn ku pirsgirêkên siyasî bibin sedema derketina nakokî û pirsgirêkên neteweyî di navbera Kurd û Ereban de.
Her wiha ji bo gihîştina aştiyê û aramiyê, pêwîst e di dawiyê de dawî li êşên gelê Kurd û hewldana tunekirina wan were anîn û di paşeroja Sûriyê de mafên siyasî û sîvîl û niştimanî yên gelê Kurd di destûrê de bêne garantîkirin.
Di dawiyê de ez wê çendê dubare dikim, ku divê em hemû piştgiriya doza rewa ya gelê xwe xurt bikin, û divê her dem hêvî bi paşerojeke geş ji bo gelê xwe yê Kurdistanê hebe.
Dîsan bi xêr hatina we dikim, bi xêr hatin ser çavan.
Bijî Kurd, bijî Kurdistan
Mesûd Barzanî
31.01.2026
https://www.facebook.com/reel/1376155380442024