Ji Şerîf Paşa Dîplomasiya 100 Salî ya Ji bo Rojava

Ji Şerîf Paşa Dîplomasiya 100 Salî ya Ji bo Rojava

Feb 1, 2026 - 09:01
Ji Şerîf Paşa Dîplomasiya 100 Salî ya Ji bo Rojava
Ji Şerîf Paşa Dîplomasiya 100 Salî ya Ji bo Rojava

Uskê Cîmîk

Kurd di dîroka nûjen de cara yekem li Parîsê li ser masê rûniştin. Navê wan ket nivîsê, mafê wan hat naskirin. Lê garantiyek tunebû - Konferansa Aştiyê ya Parîsê ya sala 1919'an, maseyek bû ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, cîhan ji nû ve hat xêzkirin û dabeşkirin. Li ser vê masê, Kurd cara yekem bi nasnameyeke dîplomatîk a nûjen û eşkere rûniştin.

Nûner, Şerîf Paşa, dîplomatekî Osmanî ji Bidlîsê bû. Şerîf Paşa, ku li Parîs û Stockholmê wekî balyoz kar kiribû û têkiliyên navneteweyî nas dikir / dizanibû, vê carê ne li ser navê Osmaniyan, lê li ser navê paşeroja Kurdan li wir axivî.

Li Parîsê van tiştan parast:

Kurd gelekî cuda ne.

Xwedî erdnîgariyeke dîrokî ne.

Mafê wan ê xweseriyê (Self-Determinasyon) heye.

Wî ne tenê daxwazên xwe anî ziman:

Bi serokê heyeta Ermenî Boghos Nubar Paşa re peymanek îmze kir.

Ev belge, ku gotibû "berê em li hev ketin, lê em dikarin paşerojê bi hev re ava bikin" Yekemîn metna aştiyê ya Kurd - Ermenî bû.

Ev xeta dîplomatîk a li Parîsê hat damezrandin, di Peymana Sêwrê ya sala 1920'an de cih girt. Di dîrokê de cara yekem, navê KURDISTAN di peymaneke navneteweyî de cîh girt.

Bi taybetî xalên 62 û 64'an, wê rojê ji bo Kurdan gihîştinek dîrokî bû.

Xala 62:

Ji bo xweseriya herêmî li deverên ku piraniya wan Kurd in, rêkeftinekê pêşbînî dikir.

Xala 64:

Piştî vê xweseriyê, mafê referandûmê diyar dikir ku ger Kurdan bixwesta, rê li ber SERXWEBÛNÊ vedikir.

Di vê pêvajoyê de bi zelalî hat gotin ku çarenûsa MÛSILê jî dikare bi tercîha Kurdan ve were girêdan - ev pir girîng bû.

Bi kurtasî:

Daxwaza Kurdan ket nivîsê. Lêbelê nivîs bi GARANTÎ nehat girêdan. Ji ber ku Enqere li ser masê nebû. Enqere Sêwrê nas nekir. Di sala 1923'an de Lozan ferz kir. Li Lozanê kes li ser navê Kurdan tunebû. Ne nûner, ne daxwaz, ne jî peyva Kurdistan…

Heyeta Tirk, bi axaftineke siyasî ya ku "Misilmantî" wekî nirxek hevpar derdixist pêş, daxwazên etnîkî red kir.

Bi vî awayî:

Mafên ku li Parîsê hatin naskirin, li Lozanê hatin jêbirin.

Îro Rojava, çawa ku Şerîf Paşa li Parîsê kir, li meşrûiyeta navneteweyî digere, zimanekî siyasî yê pir-gelî û aştiyane ava dike.

Cudahiya vê yekê ew e ku Rojava xwedî hêzeke zevî ye û pir xurt e. Lê belê ew valahiya kevnar a ku ji Parîsê maye hîn jî heye, şertek pêwîst e ku ew garantiyek SIYASÎ ya nivîskî, girêdayî û neyê vekişandin.

Dîplomasî dê bi çi hêzê bê parastin, bi çi garantiyê dê mayînde be?

Kurdên ku navê wan li Parîsê hatibû nivîsandin, li Lozanê hatibûn jêbirin. Çarenivîsa Rojava, vê carê, bi wê ve girêdayî ye ku gelo nivîs dikare bi îmze û garantiyê bê parastin an na.