Ji ber çi Êzidiyên Bakûrê Kurdistanê dev ji welatê xwe berdan e?

Ez di van salên dawî de bi heweseke mezin dibînim, ku gelek geriyok, nivîskar û lêkolînvan bi raman, berhem û nêrînên xwe li ser baweri, dîrok û cîh-warên Êzîdîyatiyê radiwestin. Niha, ez jî dixwazim li gorî zargotinên me û zanîna xwe, hinekî li ser rewşa parastin û aboriya me Êzîdiyên li bakurê Kurdîstanê, ku ji nîvê demsala bîstan û heta vêga gelekî hatiye veguhestin rawestim.
Li gorî ku serpêhatî û zargotinên me didine xuya kirin, rewşa parastin û aboriya me Êzîdiyên li bakurê Kurdîstanê, timî ji ber destê zilm û zora beg, axa, Kurdên nezan, walî û jendirmeyên dewletê ketiye tehlûkê. Ji xwe gelek kes dizanin, aboriya me Êzîdiyan her wextî bi karê xwedîkirin, kirîn û firotina pez û dewar (ga, çêlek, golik, gamêş, beran, mî, berx, bizin, nêrî, karik, hesp, hêstir, ker û whd. yan jî, mirîşk, şamîk-elok, qaz, ordek û whd), bi karê cotkarî, çandin û hilanîna mahsul (zad- ceh, genim, nok, nîsk, kuncî, kizin, şoqil, maşik, kaah, titûn û whd.) û bi karê firotina berhemên mahsulên weke ( hirî-pirç, xalî, tej, werîs, rûn-butter, mast, şîr, toh, hêk, tirî, mewîj, hijîr, benî, bacanê sor, bacanê reş, îsot, dolmuk, xeyar, tirozî, kundir,zebeş, petêx, fasuliye, komir, êzing, çilo, sûsê û whd.) ve girêdayî bûye.
Bi dîtina min, heta hinek firmên biyaniyan di sala 1940 de ji bo lêgera petrolê ne hatine li herêma çiyayê Xerza (garzan) û Remanê*, ku piraniya Êzîdiyan lê diman ne geriyane û kar nekirine, civaka me Êzîdiyan qet haj ji desthilatdarî û bazirganiya kapîtalîzimê tûne buye û ji xwe heta hingê hêjî desthilatdariyan feodalan di nava welatê me de gelekî xurt buye. Meriv dibîne, ji vê sala 1940 şunde, êdî hêja dewleta Tirk hêdî hêdî dest bi çêkirna hinek nexweşxane, mekteb, rêyên tirênê anjî rêyên di nava bajar û gundên Kurdîstanê û hwd. de kiriye.
Nimûne: Foto(6)
1. “Di 27.5. sala 1944 de rêya tirênê ye di nava Diyarbekir û Beşîriyê de temam buye.
2. Di 28.6.1944 de rêya tirênê ye di nava Diyarbekir û Batmanê de temam buye.
3. Di 29.12.1944 de rêya tirênê ye di nava Fevzipaşa - Meletiyê - Diyarbekir û Kurtalanê de temam buye.
4. Di 20.7.1955 de Refîna Petrola Batmanê vebû ye
5. Di 13.4.1961 de bîra petrola gundê Magrip (Marîpê)- Kurtalanê (Xerza) de hate dîtin.
6. Û hwd.ê(7)”
Ji vir û pêde jî, me Êzîdiyan dîsa ji ber zilm û zora dewletê, beg, axa û Kurdên nezan nikarîbuye tûcarî xwe di nava welatê bav – kalan de azad bidine nasandin, weke xelqê alemê biçine dibistanan û hûnerekî dinê fêr bivin an jî bi der û dora xwe re bi hêsanî bikevine nava peywendiyên fireh. Ji xwe heta sala 1946 an ku mektep li gundê Şimzê venebuye, wekî dinê tû dibistan (mekteb)ên Tirkan li nav herêma çiyayê Xerza an jî Xendeqiyan de tûne bune û heta hingê jî tû kesekî Êzîdî nikarîbû ye qet bi zimanekî bi nivisîne an jî bixwîne.
*= “Di nava Tirkiyê de, bîra petrolê ye ewilî li virê di sala 1940 de hatiye dîtin(4)”
“Di zargotin û hinek dokumentan de navê vî çiyayê Remanê, wek çiyayê Xaltiya(Xendeqiyan) hatiye kifş kirin.(5)
Çend sal şunde, di sala 1961-62 de gelek Ezîdiyên ji gundên Texerî, Şimzê , Şahsmê û hwd.ê diçin li Batmanê dikevine ser karê lêgera petrolê ku li herêma çiyayê Xerza û Remanê dibu. Di wê demê de piraniya karbidestên firmên lêgera petrolê biyanî bune û ewan haj ji pirsgirêk û nakokiyên di navbêna Kurdên Êzîdî û Musilmanan de tûne bune. Çaxê karkerên Êzîdî di karê xwe de serketî, paqij û rast dişuxulîn, qîmeta wan li cem karbidestên firma lêgera petrolê gelekî çêdibe. Vêga hêjî hinek ji wan karkerên ku di wê demê de li ser karê petrolê(quliyan) dişixwilîn, di nav me de dijîn û dibêjin:”ji xwe hingê ji me Êzîdiyan û pêve kesekî ku karîbuna bi Tirkî bixwîne anjî bi nivsîne di nava tevaya karkerên Kurdan de tûne bû(8)”.
Di pey re hinek Kurdên nezan û paşwerû ji vê çelengî û serketina Êzîdiyan gelekî di hefsidin. Ew diçin gelek giliyên ne baş û derew di derheqê rewş û baweriya Êzîdiyan de ji karbidestên firma lêgera petrolê re dibêjin. Di pey re jî, bela xwe li karkerên Êzîdiyan didin û nahêlin Êzîdî bi hêsanî bêne ser karê xwe bişuxulin. Çewa di wî wextî de mafên me Kurdan li cem Tirkan ne dihate naskirin, wusa jî mafên me Êzîdiyan li cem gelek nezan û olperestên Musilmanan ne di hate naskirin.
Ji xwe em ji dîroka fermanên bi ser me Êzîdiyan ve hatine fahm dikin ku, “birayên” me yên Musilman tucarî piştgiriya me Êzîdiyan ne kirine û gelek caran ewan jî hiştine ku Kurdîstan bêye bindest kirin. Her weha ji ber van kêmasî û neheqiyên di dîroka me de gelek dostên Êzîdî hêjî sed û hedên(urf û adetên) me baş nas nakin û lewma hêjî heta vêga gelek nêrîn û agehdariyên ne rast li ser dîn û netwa me yê herî kevn têne belakirin. Di her wextî de, zora paşweruyên Musilmanan û karmendên dewletê li ser me Kurdên Êzîdî gelekî zêde buye û ewan hercarê bi alîkariya hevûdinê qiz û jinên me Êzîdiyan bi darê zorê birinre Musilman kirine.
1. Nimûne yek ji – Zilma Musilmanên nezan û karmendên dewletê-
Hinek neqencên Musilmanan di sala 1962 de zilamekî Êzîdiy ku bi jineke Êzîdî re zewicîbû dixapînin û zilam dibin ji dînê wî derdixînin. Dûre ew dixwazin herin jina zilamê qelîbî jî, bi quweta darê zorê ji nava Êzîdiyan derxînin bînin, lê Êzîdî di nava bajarê Qubînê û li hemû deverin ku lê diman de li ber xwe didin û li himberî neqencan li ber xwe didin. Gava Êzîdî diçine cem hukumetê gilî dikin, karmend û jendirmên dewletê jî alîkariyê nadine Êzîdiyan. Ev şerê neqencên Musilmanan destpêkirî li her deverê de xesarekî mezin dide tifaqa Kurdên Êzîdî û Musilman. Dîsa şêx û begên paşverû bi alîkariya muftiyên dewletê fetwên heram kirina her kul û eşiyayên li ber destên Êzîdiyan peyda dibun anjî çêdibun derdixistin û li her deverê kuştina evdên Êzîdî li xwe helal dikirin û ne dihîştin ku tû kes tiştekî ji ber destên Êzîdiyan bikirin.
2. Nimûne yek ji –Zilma Kurdên nezan-
Di payîza sala 1972 de zilamekî Êzîdiyê ji gundê Duşayê bi tevlî qîzeke xwe ye ciwan ve têye nava bazara Batmanê û dixwaze hinek qewîtiyên kulfetê xwe bîhne cîh, lê hinek ji nebaşên Musilmanan tên li ber çavên ewqas merivên li çarşiyê de li bav dixin, qîza wî bi zorê jê distînin û dibin Musilman dikin.
3. Nimûne yek ji -Zilma Axayên Kurdên nezan-
Di buhara 1974 de axa yekî Musilmanan diçe li çolê qîzeke Êzîdiyên ji gundê Qorixê di revîne û dibe Musilman dike.
4. Nimûne yek ji –Zilma Karmendên dewletê û şêxên Kurdayî terîqatê-
Di sala 1975 de, Mamostê dibistana gundê Hemdûna şagirtiyeke xwe ye Êzîdî, ku emrê wê hêja dozdehe direvîne û şêxê Musilmana yê di wê herêmê de bi nav û denge jî mahra wan li hevûdinê helal dike.
5. Û helbet weha gelek nimûnên dinê jî hene.
Ji ber zilm û zora gelek buyerên weha, êdî Êzîdiyên di nava herêma wilayeta Sêrtê de mecbûr dibin, ku di her deverê de dev ji vî karê xweyî birumet û hêja berdin. Încar, ji bo Êzîdiyan xirabiya herî mezin ew bû, ku ew hew dikarin di bin wan şertên dijwar de kulfetên xweyî giran bi wî şuxlê gundîtiyê ku min li jorê birêz kiriye xwedî bikin. Ne şixwe, ew hew karin bi tenê herine ser karê li çolê, çiya û zeviyan. Nikarin dewar, mahsul û zadên xwe bivin li pazara gund û bajarên Kurdên Musilmanan de eşkere bi firoşên. Ew mecbûr dibin ku çavên xwe berdine hinek çareseriyên dinê. Încar, gelek zilamên Êzîdiyan berê koça xwe didine nava bajarên mezin, yên weke Adana, Mersin, Silîvke, Payas, Isparta û whd.ê û diçin li wan deveran bi dizî li kar digerin. Gava Êzîdî diçine van deverên xerîb, ji xwe piraniya wan hingê ji xeynî zimanê Kurdî, bi tû zimanekî dinê nizanin û ew dîsa ji ber Êzîdiyatiya xwe nikarin bi hêsanî bikevine ser karekî pak. Neşxwe, wexta ew diçin li kar digerin, hingê karbidestan li nasnamê wan dirêhêntin. Gava di nasnamên wan de didîtin ku Êzîdiye, hingê ew ne digirtine ser kar.
Ji xwe rêvebirên dewleta Tirkiyê jî hercar weka bav-kalên xwe, hebûna ola Êzîdiyan nas ne dikirin û ewan jî di hemû weşan û mêdiyayên dewletê de agahdariyên derew li ser Êzîdiyatiyê, evdên Êzîdî bela dikirin û vêga hêjî dibêjin:
6. Nimûne yek ji –Zilma Dewletê-
-Bi Tirkî-
“Yezidilik;
- Eski putperestliğe,
- Zerdüştliğe (iyilik ve kötülüğün mücadelesi),
- Maniliğe (İrfan),
- Yahudiliğe (Beslenme ile ilgili hükümler, haram yiyecekler),
- Hıristiyanlığa (Vaftiz, nikahta ekmek ve şarap ayini, evlenmelerde kiliseleri ziyaret, şarap içmek),
- İslamiyete (Sünnet, oruç, kurban, hac, mezar taşlarında İslami kitabeler)
- Sufi-Rafiziliğe (İnancın gizliliği, vecd, şeyhe saygı),
- Sabiiliğe (tenasuh ve ruh göçü),
- Şamaniliğe (gömme adeti, rüya tabiri ve dans),
- Paganizme (Ay ve güneşe tapma) ait bazı unsurları ihtiva eden ve kökeni yeterince açık olmayan bir inanç sistemidir.(3)”
-Ji Tirkî werger:
Êzîdiyatî ji ber baweriya weke; Putparêziya kevn, Zerdûştî, Manî(Îrfanî), Cuhutî, Xirîstanî, Îslamî, Sofîtî, Sabîtî, Şemanîzmî, Paganîzmiyê zêdebuye û elementên sîstema wê ne zelalin.- Werger: K.T.
Berpisyarên dewletê hêjî weha bi hemda xwe nakokiyan dixine nava hemû ol û pêwendiyên Tirk, Kurd û kêm netewan. Ewan gelek caran li gorî berjivendiyên xwe di nasnamên Êzîdiyan de dînê wan tûne ye didane xwanê û carnan jî ji bo herkes di serî de bizanîbe û wan nasbike, di nasnaman de Êzîdî dinivîsandin.
7. Nimûne yek ji –Zilma karmendên dewletê-
Serokê wezareta karê dînî, di vê daxwiyaniya xwe ye 10.1.1980 de eşkere dibêje:
(1)“
-Ji Tirkî werger:
“Komara demokratîk ya Tirkiyê
daîra wezareta karên dînî ya ji bo nava welat- Ankara
10.01.1980
Ji wezareta karên dînî ya nav welat (perpirsyarê tevayiya karê derxistina nasnaman) re
Li ser : Nivîsa nama we ye14.12.1979 .Nr.:621, 126.127/33060 de.
Êzîdiyatî, ji nîvê sedsala hîcriyê (ji sala 622) ye yekê û vir ve, di nava Musilmana de yek ji milekî Îbdiye Xaricî ye. Ji ber vê yekê tû girêdaneke Êzîdiyatiyê bi baweriya Xirîstanî û Cûhutiyê ve tûne. Civakeke ji Îslamê çêbuye.
Çewa di nav milên baweriya Îslamê de hêjî gelek civakên ku li pey baweriya Îslamê diçin hene, wusa jî hinekên ku jê dûr ketine hene.
Li vê goriyê dema hemwelatliyên meyî ku berê di qeydiyên nasnamên wan de Êzîdî hatibû nivîsandin nasnama xwe biguhêzin, divê ji vir û pêde di nasnama wan de Musilman e bêye nivîsandin.
Pêşkêşî agehdariyên we dikim.
(Destnîşankirina) (Destnîşankirina)
Vahdullan Güven Tayyar Altikulaç
Rêvebirê karê nasnama Serokê karê dînî “- Werger: (K.T.)
8. Nimûne yek ji –Tespîta ku di qeydiya nasnamên Êzîdiyan de Êzîdî û Îslam dihate nivîsandin-: „
Pirs: Eger dê û bav bi tevlî zaroka xwe yen ewilî Êzîdî bin, çima herdû zarokên dawiyê Îslamin ?
9. Nimûne yek ji -Tespîta ku di qeydî û nasnamên Êzîdiyan de ne weke hevûdinê têye nivîsandin-:
(1)“
Pirs: Ji bo çê di qeydiyê de Êzîdî û di nasnamê de Musilman hatiye nivîsandin?
Li virê hêjaye meriv bi kurtasî bizanîbe, bê ka rêvebirên dewleta Tirkiyê di qanunên bingehiya(anayasa) komara xwe de, li ser azadiya dîn û wîjdanê meriv çi dibêjin?
10. Nimûnen –Bê qanuniya dewletê-
“T.C. Anayasası / Qanunên bingehiya(anayasa) komara Tirkiyê:
Maddê 24
VI. Azadiya dîn û wîjdan
“Herkes, vicdan, dini inanç ve kanaat hürriyetine sahiptir.(2)”
Her kes di wîjdan, qenaat û baweriya ola xwe de azade.
.....
Maddê 25
VII. Azadiya fikir û qanaatê
“Herkes, düşünce ve kanaat hürriyetine sahiptir.(2)”
Her kes di fikir(reman,hizir) û qenaatê xwe de azade.
......
Maddê 26
VIII. Azadiya şîrove û weşan kirina fikir
“Herkes, düşünce ve kanaatlerini söz, yazı,resim veya başka yollarla tek başına veya toplu olarak açıklama ve yayma hakkına sahiptir. Bu hürriyet resmi makamların müdahalesi olmaksızın haber veya fikir almak ya da vermek serbestliğini de kapsar. Bu fıkra hükmü,radyo, televizyon, sinema veya benzeri yollarla yapılan yayımların izin sistemine bağlanmasına engel değildir......(2)”
Her kes, bi tenê anjî bi gelek kesa re, di weşan û şîrova gotin, fikir, qenaat, wêne û hwd.ê xwe de azade........ .....
.......(werger K.T.) ......(2)”” Temamiya van maddan di vê çavkaniya 2 de ye.
Di danezana gerdûnî ya mafên mirovan de jî weha têye gotin:
“Bend 18
Herkes mafê azadiya fikr, wijdan û olê heye; azadiya ol an bawerî guhartin û azadiya ol û baweriya xwe bi tenê an bi hev re him eşkere him arizî, bi hînkirin, emel, îbadet û bicihanîna ayînan nîşandanê jî di nav vî mafî de ne.
Bend 19
Herkes mafê azadiya fikr û îfade heye; mafê ji ber ramanên xwe nehatin êşandin û herweha mafê bêî nasîna tu sînoran û bi her cure navgînan li agahdariyan û fikran gerîn, wan bi dest xistin û îfade û belavkirin dikevin nav vî mafî.(9)”
Gava kesekî li Tirkiyê çavê xwe vekiribe û li herêmên me Kurdan rihênt be anjî piçekî xwande be, destên xwe deyne ser wujdanê xwe û bi rastî bibêje, ew dizane rêvebirên dewleta Tirkiyê van qanunên xwe tenê li ser kaxezan dihêlen. Di piratîkê de, kesek ji wan li van qanunên xwe xwedî derneketiye û ew hêjî qet girîngiyekê nadine danezana gerdûnî ya mafên mirovan.
11. Nimûne yek li ser – Mecbûriya dersa dînî-
Dema ez di sala 1970 de li Qubîn(Beşîrî)ê diçûme dibisatna navîn, ez mecbûrbum beşdarî dersa dînî bivim. Gava min xwandina xwe ya navîn li Beşîriyê qedand, min ji ber tirsa zilma dînî newêrabû li bajarekî weke: Batman, Sêrt û hwd.ê û di herêma xwe de biçime lîsê(Gymnasium) bi xwînim. Ez ji ber vê tirsê çume Viranşehirê û min li wirê xwandina xwe ye Gymnasiumê qedand.
Her weha, hemû evdên Êzîdî ku çûne dibistanan û leşkeriya Tirkiyê kirine jî rastî vê neheqiya dersa dînî bûne. Eger vêga jî yek bixwaze ji ber devên Êzîdiyên ku çûne leşkeriya Tirkiyê kirine, vê zilma dînê guhdarî bike anjî li serê binivsîne, ew dikare hêjî bi sedan Êzîdiyên ku dijîn û şahdetiyê bikin bivîne.
Em vêga hêjî dibînin, di tevaya hemû weşanên ji aliyê wezareta perwerdê û çanda dînî ve derketêne de tû agehdariyên rast li ser ol û kêm netew(Suryanî, Keldanî, Nasturî, Asurî, Alevî, Êzîdî û hwd.) ên di nava Tirkiyê de tûne ne. Heta vêga hêjî di hemû dibistan û qerargehên dewletê de dersa perwerdekirina dînî mecbûriye. Kesekî ku şehadeta xwe li ser baweriya îslamê neyne ceza dikin û nahêlên tû evdê gayrî Musilman“xaricî” di karê rêvebira dewletê de bibe berpirsyar.
Vêca, wexta karbidestan li nasnaman dirêhênt û didîtin ku ev evdê hatiye li kar digere Êzîdiye, încar ewan jî li gorî agehdariyên dewleta xwe Êzîdî nasdikirin û Êzîdî ne digirtine ser karê xwe. Karbidest û karmendan bi hevûdinê re wusa kiribun ku, Êzîdî ji ber tirsa zilmê herin ruşwet(bertîl)ê bidine karmendê dewletê û di nasnamên xwe de xwe weke Musilmane binivisînin. Bi xêra ruşwet dahinê û nivîsandina Musilmaniyê, hinek Êzîdî demekê li ser karekî de diman. Lê, çi gava neqencan bi wan derdixist ku ew Êzîdî ne, ewan diçû giliyên Êzîdiyan dikirin û Êzîdiyan ji mecbûrî dev ji karê xwe berdidan anjî karmbidestan ew ji ser karê xwe di qewitandin.
Hinek zilamên Êzîdiyan jî di sala 1965 de berê xwe didine Ewrûpa û bi taybetî jî hingê hatine Almaniya roj hilat. Di vî wextî de nav û dengê şuxulkariya li Almaniya gelekî bi nebaşî dihate naskirin. Ji xwe ji ber wan agehdariyên çewt û xirab gelek kesan ne dixwastin hingê biçine Almaniya. Lê, ji karkerên Êzîdiyan re wekî dinê tû çare dinava welat û Tirkiyê de ne mabû. Ji bo Êzîdî karibin bijîn, ewan berê xwe dida hemû tehlûkan.
Gava karkerên Êzîdiyan pêşîn bi serê xwe tên li Almaniya kar dikin û muaşê xwe ji kulfetê xwe re dişînine welat anjî ew têne îznê, încar ew bi dîtin û gotinên xwe wî nav û dengê nebaş li ser çuhin û şuxulkariya li Almaniya yê radikin. Tê bîramin, hinga karkerên me dihatine Almaniya yê ewan di gotine kulfetê xwe:” emê herin çend salan li wurê bixebitin, gava em deynê xwe xelaz bikin, xaniyekî pak ji xwe re lêbikin, aboriya me hinekî sererast bive û whd.ê, emê careke dinê vegerin bêne ser ax û ava gundê xwe(8)”.
“Êzîdiyên, kû koçeberî welatên Qafqasiyan û Erebîstanê bûne, di wan welatan de, wan Êzîdiyatî û çanda xwe bi zahmetê giran parastine. Lê Êzîdiyên kû di nava sînorên Cumhuriyeta Tirkan de mabûn; Êzîdiyên Xaltiyan, Amedê, Hekkarî-Serhedê, Botan (Basa), Çêlka (Tur-Abidin), Meletê û Ruhayê-Wêranşehîrê ev bi piranî hatine qirkirin û helandin. Di wan herêman de, îro çend malên Êzîdiyan bitenê li devera Xaltiyan û li herêma Wêranşehrê de mane. Belê eger mirov îro wan tevan bîne li ser hev, weke gundekî piçûk jî tûne ne. Şovenîstên Tirkan bi alîkariya olperestên Kurd û menfêatçiyên Ewropayiyan, gelê Kurdîstanê yê herî kevn di nava xwe de helandin. Ji bo dikaribin cî û warên Kurda, ne xazim yê kurdên Êzîdî li hev parbikin û şopa hebûna Êzîdiyan tam wenda bikin, êdî di sala 1934 de Cumhuriyeta Tirka qanûnên guhartina çiqas nav, gund û paşnavên Kurdan derxistin.Wana bi vê siyaseta xwe ye şovenîst û ne demokratik, çiqas mulkê Êzîdiya yê heta wan salan di dest wan de hebûn, tev ji destên Êzîdiyan derxistin, tapû û qoçanên wan yê heyî jî çirandin û bi sedan gundên Êzîdiyan li hev parevekirin. Ji bo ew navên gundên Êzîdiya yên bi Kurdî ,ji vir û wehade jî wenda nebin, min di vê kitaba xwe de xisûsî navên gundan yên kevn dane hev û di nava vê pirtûkê de nivîsandine. Niha jî, di destên gelek Ezîdiyan de Tapû (qoçanên) yên kevn, ji bo wan gundên min bi rêzkirine hene, herkes jî dizane raste kû ev gund û êrd yên Êzîdiyane. Lê ji ber ku navê wan di kûtukan de hatine guhastên, êdî Êzîdî hewkarin dawa milk û talanên xwe bikin. Ji ber wan neheqiyên Dewletê û olperestên musilmanin Kurd, Êzîdiyan nikarîbûn di wan hereman de jî herin û werin.(5:19)“
Vêca, ka kî dizane em Êzîdiyên li Almaniya yê heta kengî karibin vê çande û ola xwe bi zimanê xwe yî şêrîn biparêzin anjî ka emê çewa karibên careke dinê vegerine ser ax û ava gundê xwe?.
Ez dibînim, li Almaniya yê jî gelek çewtîtî, qelsîtî û guhastinên mezin ketine nava tifaq, çande û baweriya me. Vêga, piraniya me Êzîdiyan dibêjin, heta ew zilm û ne wekhevî di nava welatê me de hebe, kesek ji me bi hemda dilê xwe na xwaze vegere Kurdîstanê.
Belê, eger merivek bixwaze ji ber zargotinên me li ser wan zahmet û neheqiyên seba ku Êzîdiyan di her wextî û deverê de çande, libas, ziman û dînê Kurdan parastina binivisîne, ew di kare vêga jî gelek kasset û pirtûkan dagire.
Kemal Tolan Oldenburg 24.10.03
Çavkanî:
1. Ahmet Turan, Yezidilerin Toplumsal yaşayişları. Ilahiyet Fakultesi dergisi. Sayi:5. Samsun 1991.Sayifa:67-90
2. http://www.tbmm.gov.tr/develop/owa/anayasa.maddeler?p3=24
3. http://www.kbl.com.tr/yezidi/.
4. http://www.aksam.com.tr/arsiv/aksam/2003/06/20/ozgurplatform/ozgurplatform1.html
5. Kemal Tolan, Hebûn û Tûnebûna Êzîdiyan tev Romanên Zindîne. Oldenburg.2000.Rûp.:36
6. http://www.mta.gov.tr/mta/raman.asp
7. http://www.geocities.com/EnchantedForest/Glade/6314/turkiye_ekonomisi.htm
8. Haci Açlan, hêjî li bajarê Celle ê dijî.
9. http://www.kurdishlibrary.org/Kurdish_Library/Conventions/UN_HumanRights_Kur.htm