Toprak: Kongreya Kurd û Cihuyan de, em dê behsa pêkvejiyan û aştiyê bikin
Lê belê li aliyeke din ve jî tê gotin ku ev dewlet ji ber nêzîkbûna Kurd û Îsraîlê ditirsin ji ber wê yekê jî dijî li hevdû nêzîkbûna du gelên dîrokî yê Rojhilata Navînin.
Li roja 20.08.2025 di vîdeoyeke li ser youtube de ku çalakvan Erdal Er bi Serokê Civaka Kurdên Almanyayê, Ali Ertan Toprak re li ser hevkariya Kurd û Cihûyan û kongreya ku dê li Berlînê were lidarxistin, hevpeyvîneke encamda. Di vê hevpeyvînê de Toprak da zanîn ku em wekî rêxistineke Kurdên Almanya dixwazin bi rêxistineke Cihuyên Almanyayê re di warê aştî, pêkvejiyan û hevdû qebulkirin û dijayetiyên ku li Almanyayê li dijî Cihu û Kurdan têne kirin gotûbêj bikin. Lê mixabin bi taybetî ji aliyê Tirkiye û hinek regezperestên Ereb ve, ev kongreya me di raya giştî de hatiye sabote kirin û şêwandin.
Di vê videoyê de mijarên sereke hevkariya Kurd û Cihûyan, Kongreya Kurd û Cihûyan, Armanca Kongreyê, Têkiliyên Dîrokî, Helwesta Dewletan û Siyaseta Îsraîlê hate nirxandin.
Di derbarê Hevkariya Kurd û Cihûyan de Ali Ertan Toprak da zanîn ku ev mijar di rojevê de ye ji ber pêşketinên li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Rojava, Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê, gotûbêjên me li ser wê yekê ye ka gelo Kurd û Cihû çawa dikarin peywendiyên xwe pêşve bibin û hevkariyên hevbeş bikin.
Her wiha Serokê Civaka Kurdên Almanyayê, Ali Ertan Toprak da di derbarê Kongreya Kurd û Cihûyan de da zanîn ku di 7 ê Îlonê de li Berlînê dê kongreyek bi navê "Kongreya Kurd û Cihûyan" were lidarxistin. Serokê Civaka Kurdên Almanyayê diyar dike ku ev kongre ji aliyê du rêxistinên civakî yên sivîl ve tê organîzekirin û tu dewlet an partiyeke siyasî li pişt vê kongreyê de nîne.
Ali Ertan Toprak da zanîn ku armanca kongreyê ew e ku li dijî dijminatiya Cihûyan û Kurdan li Elmanyayê bi hev re têbikoşin û li ser çareseriyên demokratîk gotûbêj bikin. Ji ber ku têkiliyên dîrokî yên di navbera Kurd û Cihûyan de xwedî dîrokeke dûr û dirêj in û li ser bingeha pêkvejiyan û aştiyê hatine avakirin.
Serokê Civaka Kurdên Almanyayê, Ali Ertan Toprak di derbarê siyaseta Îsraîlê ya di derbarê Kurdan de jî da zanîn ku di kongreyê de dê ev babet jî bê nirxandin û tê pirsîn ka gelo Îsraîl dê li hemberî êrîşan garantiyekê bide Kurdan yan na?..
Di raya giştî de di derbarê vê kongreyê de helwesta dewletên wekî Tirkiye, Îran û welatên Ereb gelek neyînî ye û li dijî vê hevkariyê ne. Lê belê li aliyeke din ve jî tê gotin ku ev dewlet ji ber nêzîkbûna Kurd û Îsraîlê ditirsin ji ber wê yekê jî dijî li hevdû nêzîkbûna du gelên dîrokî yê Rojhilata Navînin.