Li Kobanê Di Warê Tendirûstiyê De Serkeftineke Mezin Hate Tomarkirin

Yekemîn Care Emeliyateke Kêmwêne û Serkeftî ya Malzaroka (Uterus) Dubare, Li Nexweşxaneya Almanî ya Kobanê Hate Kirin

Oct 7, 2025 - 19:24
Oct 7, 2025 - 19:28
Li Kobanê Di Warê Tendirûstiyê De Serkeftineke Mezin Hate Tomarkirin
Li Kobanê Di Warê Tendirûstiyê De Serkeftineke Mezin Hate Tomarkirin

Kobanê - Kurdistan: Dr. Mihemed Mistefa Hoşan, pizîşkê jinan, di 22ê Îlonê de ragihand ku li Nexweşxaneya Almanî ya Taybetî ya Kobanê, yekemîn emeliyateke bêhempa û taybet ji bo nexweşeke bi rewşa "malzarok an ku dûberdan (rehim, uterus) dubare" (du malzarok li şûna yekê de hene) hate kirin. Ev rewşeke ji zayînê ve girêdayî ye û pir kêm tê dîtin.

Emeliyat, ku di vî warî de li nexweşxaneyê ya yekemîn bû, bi serkeftî qediya. Tîma pizîşkî ya pispor karîbû zarokdana zêde, bêyî stûyê wê, bi temamî rake.

Tîma Pizîşkî ya ku Emeliyatê Kir: Cerrahê Jinan: Dr. Mihemed Mistefa Hoşan, Alîkarê Cerrah: Cemal Zab, Pizîşkê Bîhnkirinê (Anesthesiology): Murad pêkhatibû. Dr. Hoşan spasiya Xwedê kir ji bo serkeftina emeliyatê û ji nexweşê re tenduristî û başbûneke domdar xwest.

Ev nûçe ji rûpela fermî ya Nexweşxaneya Almanî ya Taybetî ya Kobanê hate wergirtin, ku emeliyat weke mînakek ji "cerahek kêmwêne" û "tibbê pêşketî" û serkeftî destnîşan kir.