Fuad Onen: Pêvajoya Niha Ne Aştî ye, Lê Êrîşek e

Fuad Onen ji Pêlkurdê re: Li Bakurê Kurdistanê Em Ne Xwediyê Rojeva Xwe Ne, Pêvajoya Niha Ne Aştî ye, Lê "Êrîşek" e

Dec 7, 2025 - 10:18
Dec 7, 2025 - 10:22
Fuad Onen: Pêvajoya Niha Ne Aştî ye, Lê Êrîşek e
Fuad Onen ji Pêlkurdê re: Li Bakurê Kurdistanê Em Ne Xwediyê Rojeva Xwe Ne, Pêvajoya Niha Ne Aştî ye, Lê

Diyarbekir – Siyasetmedar û çavdêrê siyasî Fuad Onen, di hevpeyvînek berfireh de ji bo malpera Pêlkurdê, rewşa siyasî ya li Bakurê Kurdistanê û bandora dewleta Tirk li ser rojeva Kurdan nirxand. Onen rexneyên tund li ser sinifa siyasî ya Kurd anî ziman û destnîşan kir ku Kurd li Bakurê Kurdistanê ne xwediyê rojeva xwe ne û ev rewş ji aliyê dewleta Tirk ve tê birêvebirin.
Rojeva Dagirker û Bêdengiya Siyasî
Onen diyar kir ku zêdetirî salekê ye rojeva Kurdan li Bakur ji daxuyaniyên Bahçelî, Erdogan û Ocalan pêk tê, ku ev yek bala Kurdan ji mijarên girîngtir ên wekî şerê cîhanê yê sêyem, şerên li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn dûr dixe. Onen da zanîn ku partiyên Tirkiyeyê nikarin pirsgirêka Kurdistanê çareser bikin ji ber ku hiqûqa di navbera wan û Kurdan de "hiqûqa dijminatiyê" ye.
Onen mînakek ji daxuyaniyên Bahçelî anî ziman, ku tê de Bahçelî HSD li Rojava tehdît kir, lê medyayê û raya giştî zêdetir bal kişand ser gotinên wî yên derbarê berdana Demîrtaş de. Wî tekez kir ku ev yek nîşan dide ku hişmendiya analîtîk li cem siyasetmedar û rewşenbîrên Bakur-Rojavayê Kurdistanê kêm bûye.
Demîrtaş û "Hişmendiya Tirkayetiyê"
Li ser mijara Selahattîn Demîrtaş, Onen anî ziman ku Demîrtaş di navbera Qendîl, Îmralî û Enqereyê de asê maye û nebûna wî ya "kalîbreya serokatiyê ku xwedî fikir be û li paş fikra xwe bisekine", kiriye ku were girtin. Onen rexne li nameyên dawîn ên Demîrtaş girt, û ew wekî "hişmendiyeke tirkayetiyê" û "Daxwaznameya poşmaniyê" binav kir. Wî got, "Bi milyonan Kurd hîn jî ji Demîrtaş hez dikin, lê mixabin li ser helwestek Kurdistanî, li ser helwesteke şoreşgerane nema."
"Diyardeya Kurd" û Hewldana Atomîzekirinê
Onen bal kişand ser gotina Ocalan a "diyardeya Kurd" û ew wekî konsepteke îstixbarata Tirkiyeyê binav kir. Wî got, "Dewleta Tirkiyeyê dixwaze Kurdan atomîze bike, ji miletbûyinê derxe, heta ji civatîbûnê jî derxe." Li gorî Onen, ev yek armanc dike ku mafên kolektîf ji kok de ji Kurdan re bên qedexekirin û Kurd wekî perçeyek ji miletê Tirk bên dîtin. Wî entegrasyonê di navbera du miletan de red kir û ew wekî asîmîlasyonê binav kir.
Pêvajoya Niha: Ne Aştî, Lê "Êrîşek" e
Fuad Onen bi tundî destnîşan kir ku pêvajoya siyasî ya heyî "ne pêvajoya aştiyê ye, ne pêvajoya çareseriyê ye," lê belê "rasterast hicûmeke dewleta Tirkan e li ser Kurdistanê." Wî anî ziman ku Tirkiye dixwaze Kurdistanê "ji nû ve fetih bike" û di bin serperiştiya Ocalan de Bakur, dû re jî Rojava teslîm bigire, û paşê berê xwe bide Başûr û Rojhilat. Onen tekez kir ku ev proje berfireh e û armanc dike ku Tirkiye li herêmê bibe hêzek jêr-emperyal.
Rexne li Sinifa Siyasî ya Kurd û Banga Yekîtiyê
Onen rexneyên giran li sinifa siyasî ya Kurd girt, ku li gorî wî "vî şerê dewleta Tirkan baş fahm nakin" û pêvajoyê tenê wekî "çekberdana PKK" dibînin û bi awayekî konformîst piştgiriyê didin wê. Wî herwiha partiyên Başûrê Kurdistanê (YNK, PDK, YEKGIRTO) jî rexne kir ku ji bo meseleyeke neteweyî tu carî ewqas yekdeng nebûne, lê piştgirî dane pêvajoya Bahçelî û Ocalan.
Onen bang li hemî hêzên Kurdistanî kir ku li hemberî vê "Êrîşek e dagirker" bi temamî bisekinin. Wî pêşniyar kir ku:
Parlamena Kurdistanê demildest bicive û hikûmeteke neteweyî ava bike.
Heyeta Kurdî-Kurdî ya li Rojava çalak bibe û daxwazên xwe yên ji bo mafên Kurdan bi serê xwe bi pêş bixe, ne ku li benda Şamê bimîne.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Tirkiyeyê bixwaze ku baregehên xwe yên leşkerî ji Başûr û ji Efrîn, Serêkaniyê, Girêspî vekişîne.
Artêşeke neteweyî ya ji 500 hezar heya milyonek pêşmerge were avakirin.
Asayek siyasî ya stratejîk ji bo Kurdistanê were diyarkirin, di nav de "korîdora Silhedînê Eyubî" ku Kurdistanê bi Deryaya Spî ve girêdide.
Onen da zanîn ku bêyî bandora Ocalan û PKK, hêzên Kurdistana Rojava tu carî teslîmî dewleta Tirk nabin, ji ber ku ew "baş dizanin ku çekberdan ji bo wan întixar e."
Girîngiya Zimanê Kurdî
Di dawiya hevpeyvîna xwe de, Fuad Onen girîngiya zimanê Kurdî careke din tekez kir. Wî got, "Her welatparêzê Kurd, her siyasetmedarê Kurd divê hewl bide zimanê Kurdî jê re bibê zimanê esasî." Wî anî ziman ku ziman ne tenê agahî û fikran, lê di heman demê de hestên mirov jî tîne ziman.