Koçên Berovajî yên Kurdan di Navbera Rojhilat û Rojava yê Kurdistanê de

Koçberiya Bi Zorê ya Pehlevîaxêvan Ji Rojhilatê Kurdistanê Ber Bi Anadoliyê ve (Sedsala 3'yemîn a Hicrî / Sedsala 9'an a Zayînî)

Oct 16, 2025 - 09:07
Koçên Berovajî yên Kurdan di Navbera Rojhilat û Rojava yê Kurdistanê de
Koçberiya Bi Zorê ya Pehlevîaxêvan Ji Rojhilatê Kurdistanê Ber Bi Anadoliyê ve (Sedsala 3'yemîn a Hicrî / Sedsala 9'an a Zayînî)

Koçên Berovajî yên Kurdan di Navbera Rojhilat û Rojava yê Kurdistanê de

Ji Nivîskarê Dîroknas Tayib Tahirî – Ji Rojhilatê Kurdistanê:

Dîroknasê Kurd Tayib Tahirî di pirtûka xwe ya "Pehlewîyan" (r. 25-26) de destnîşan dike ku herêma "Pehlewîyan" a ku li Rojhilatê Kurdistanê ye û berê ji aliyê Pehlevîaxêvan ve dihate niştecîkirin, di sedsala sêyemîn a Hicrî (sedsala nehan a Zayînî) de rastî pêlên koçberiya bi zorê hatin. Ev koçberî ji ber êrişên Xelîfeyê Ebasî Mu'tesim Billah (180-227 Hicrî) li ser şopînerên ola Xurremî pêk hat.

Vê koçberiyê niştecihên herêmên Dînewer (di nav de Êlam, Kirmaşan û Lekistan), Hemedan û Îsfehanê girtin nava xwe. Piraniya wan bi zaravayê Kurdî yê Goranî diaxifîn, ku yek ji zaravayên Kurdî yên kevn e û nêzîkî Pehlevî ye, û îro di çarçoveya zimanê Kurdî de tê kategorîzekirin.

Komkujiya Hemedanê Li Gorî Gotina Îbn El-Esîr

Dîroknas Îbn El-Esîr ev kampanyayê bi van gotinan tomar kiriye:

"Di sala 218'an a Hicrî de, jimareke mezin ji niştecihên çiyayan, Hemedan û Îsfehanê, û Masbazan (Êlam û Luristan), ola Xurremî qebûl kirin. Wan civîn çêkirin û li Hemedanê baregehek ava kirin. Artêşek bi serokatiya Îshaq ibn Îbrahîm ibn Mus'eb li ser wan hate şandin, û di meha Şewalê de bi wan re rûbirû bû, û nêzîkî şêst hezar kesan kuşt."

Rêyên Koçberiyê û Niştecihbûna Kurdan li Anadoliyê

Piştî komkujiyê, kesên rizgarbûyî neçar man ku bi rêyên cuda birevin. Hinek ji wan li Mûsil û Kerkûkê bi cih bûn, ku her du herêm Kurdî bûn. Yên din jî koçberiya xwe ber bi Anadoliyê ve domandin û li herêmên Sîwas û Dêrsimê û li deverên din ên ku Kurd li Anadoliyê lê dijîn, bi cih bûn. Van herêman di wê demê de wekî Welatê Rûm dihatin zanîn. Herwiha, hin çavkanî destnîşan dikin ku beşek ji wan penaberî Împaratoriya Bîzansê bûne:

"Di sala 219'an a Hicrî de, komek ji Xurremîyên ku di şerê Hemedanê de ji wan re xerabî hatibû kirin, ber bi Rûm ve reviyan û li Konstantînopolîsê penaberî Împarator Theophilus bûn."

Şîrovekirin û Encamên Dîrokî:

Pehlewîyan: Navê kevnar e ku li ser herêmên navendî û başûrî yên Zagrosê dihate bikaranîn, ku berê wekî (Mediya Mezin), paşê herêma (Çiyayan) û (Iraq El-Ecem) û (Mahat) wekî di (Mah Kûfe) de dihatin zanîn.

Van herêman Êlam, Luristan, Kirmaşan, Hemedan, Xaneqîn û Helebce digirtin nava xwe.

Eşîr û Niştecih: Van herêman eşîrên Goran, Hewraman, Lek, Kelhur, Feylî (Pehleh), Deylemî û Lur û yên din dihewandin, û gelek ji wan olên Yarsanî an (Kakaî) dipejirandin.

Ola Xurremî: Tevgereke dînî û fikrî ya şoreşgerî bû ku di dawiya Serdema Sasaniyan de derket holê û di Serdema Îslamî de jî dom kir. Armancên wê ji hev cuda kirina dîn û dewletê û hilweşandina desthilatdariya melayên Zerdeştî (Mog) bûn, û paşê taybetmendiyeke siyasî û civakî ya berxwedêr girt.

Anadolî (Rûm): Di wê serdemê de, ew herêmên Bakur û Rojava yê Kurdistanê yên îroyîn digirtin nava xwe, û di bin kontrola Bîzansê de bûn. Wan Kurdên Xurremî yên ku ji komkujiyên Ebasî direviyan, pêşwazî kirin.

Koçberiya Berovajî piştî Sedsalan: Hêjayî gotinê ye ku piştî sedsalan koçberiyek Kurdî ya berovajî ji rojavayê Kurdistanê ber bi rojhilatê ve jî çêbû. Ev koçberî di pirtûkên dîrokê de hatiye behs kirin, ku komên Kurd li herêmên Hemedan, Kirmaşan, Luristan a Başûr (Bextîyarî) bi cih bûn. Dîrok destnîşan dike ku wan di avakirina taybetmendiyên çandî û demografîk ên herêmê de roleke zelal lîstine.

Encama Dawî:

Ev koçberiya bi zorê piştrast dike ku beşek ji niştecihên Bakur û Rojava yê Kurdistanê yên îroyîn ji rojhilatê Kurdistanê ne, û wan şopên zimanî û çandî li dû xwe hiştine ku hîn jî îro şahidê vê yekê ne, bi rêya wekheviya navên zaravayên Kurdî û adetên wan û yên din.

Ev yek nîşan dide yekitiya erdnîgariya mirovî û çandî ya Kurd di serdemên cûda de, tevî dabeşbûnên siyasî û sînorî yên paşîn.

Çavkanî:

Pirtûka "Pehlewîyan" (Goran, Hewramî, Lek, Kelhur, Feylî, Deylemî, Lur) - Vekolîneke Dîrokî û Analîtîk ji bo Axên Aryanî di Ola Yaresanî û Hîkmeta Xisrewanî de - Tayib Tahirî

Înternet: Xurremî, Rûm, Mu'tesim Billah, Bîzans, û yên din

Înternet: Wêne

Werger û adaptasyon: Şewnem Şewnem