Kurd wekî Dijmin – Kabûsa Heta Hetayî ya Enqereyê
Enqere û Kabûsa Xweseriya Kurdî: Çima Tirkiye Li Dijî Kurdan Bi Cîhadîstan Re Hevpeymaniyê Dike
Berlin – Li ser rûpela taybetî ya Civaka Kurd li Almanya li ser tora civakiya facebookê babetek bi navê Kurd wekî Dijmin – Kabûsa Heta Hetayî ya Enqereyê (Kurden als Feindbild – Ankaras ewiger Albtraum) hatiye parvekirin ku rewşa Tirkiye bi vî awayî eşkere dike û dibêje:
Gotinên tund ên Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, yên ku Şamê wekî hevkar li dijî Kurdên li Bakurê Sûriyeyê nîşan dide, ne tenê nîşaneke neteweperestî ye, lê tirsa kûr a siyaseta Tirk ji her cure xweserî û otonomiya Kurdî jî eşkere dike. Serokkomar Erdogan û Wezîrê Derve Hakan Fîdan jî diyar kirine ku xweseriya Kurdî, çi şêweyî be jî, ji bo dewleta Tirk wekî tehdîdeke hebûnî tê dîtin. Lê ev helwest rastiyên girîng jî paşguh dixe.
Durûtîya Enqereyê: Bi Cîhadîstên Berê Re Hevpeymanî
Yekem, rejîma Sûriyeyê û milîsên wê bi awayekî siyasî ne meşrû ne. Gelek ji wan kesên ku îro li Şamê ne, an jî di avahiyên wê de tevdigerin, cîhadîstên berê ne ku ji El-Qaîde an jî "Dewleta Îslamî" derketine. Ya balkêştir, gelek ji van koman di navendên perwerde û bandora Tirk de hatine perwerde û piştgirîkirin. Daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo "destwerdaneke hevpar" bi van hêzan re li dijî Kurdan, durûtîya siyasî ya Enqereyê bi awayekî zelal nîşan dide.
Avahiya Dewletên Çêkirî û Înkara Mafên Gelan
Ya duyem, Sûriye û Iraq, mîna dewletên din ên herêmê, avahiyên çêkirî ne ku ji serdema kolonyalîzmê mane. Ev dewlet ji damezrandina xwe ve bi şîddet û zordariyê ve berdewam kirine. Gazîkirina Tirkiyeyê ya ji bo "yekîtiya axê" ya bi van dewletan ne parastina rêzika navneteweyî ye, lê hewldanek e ku rastiyên dîrokî yên înkarkirî vedişêre; ango ku Kurd, Asûrî, Ermenî û gelên din bi awayekî sîstematîk ji mafên xwe hatine bêparhiştin û zordestî li wan hatiye kirin.
Tirsa Enqereyê Ji Demokrasî û Wekheviyê
Ya sêyem, bingeha vê pevçûnê ne "metirsiya terorê" ya ku tê îdîakirin e, lê belê tirsa Tirkiyeyê ji Kurdan e. Enqere ji bandora siyasî ya herêmeke Kurdî ya xweser û xwebirêvebir û bi bandor ditirse, ku dibe ku ji bo Tirkiyeyê bixwe jî bibe modelek. Tirkiye ne ew qas ji roket an êrîşan ditirse, lê bêtir ji bandora siyasî ya demokrasî, wekhevî û mafên pêkhateyan ditirse, yên ku li dilê Rojava de derketine holê.
Çareserî: Mafên Federal û Jiyaneke Aştiyane
Gefên berdewam li dijî Kurdan ne alîkariyeke ji bo aştî an aramiyê ye. Ew tenê ji bo parastina rêzikekê ne ku berî demeke dirêj hatiye rûxandin. Sûriye û Iraq ne ji ber daxwazên xweseriya Kurdî hilweşiyan, lê ji ber ku avahiyên dewletên çêkirî tu carî cihêrengiya civakên xwe bi xwe nas nekirine hilweşiyan.
Tirkiye, hîn jî bi dirûşma "yekîtiyê" ve girêdayî ye, tevî ku de facto amade ye ku bi heman hêzan re peymanê bike ku Rojhilata Navîn bi salan xistiye nav xwîn û kaose.
Tiştê ku Enqere, Bahçelî an Şam wekî "parastina yekîtiyê" bi nav dikin, ji bilî hewldanek e ku Kurdan ji hêla siyasî ve bi her bihayî be, bêmaf û bêxwedî bihêlin, ne tiştekî din e. Çareseriya rastîn berî demeke dirêj eşkere ye: Kurd û pêkhatên din li Sûriyeyê xwedî maf in ku mafên xwe yên siyasî, çandî û civakî bi tevahî bixwazin, herî kêm di çarçoveya Sûriyeyeke federal de. Ev ne tenê dadperwer e, lê di heman demê de yekane şansa jiyaneke aştiyane ye di welatekî de ku heta niha tenê bi şîdetê li hev girtiye.