Li Eşrefiye û Şêx Meqsûd derman nemane 142 hezar kes koçber bûne

Li Eşrefiye û Şêx Meqsûd derman nemane 142 hezar kes koçber bûne

Jan 8, 2026 - 20:36
Li Eşrefiye û Şêx Meqsûd derman nemane 142 hezar kes koçber bûne
Li Eşrefiye û Şêx Meqsûd derman nemane 142 hezar kes koçber bûne

Ji bo sêyemîn roja li pey hev, aloziyên li her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên bi piranî Kurd ên bajarê Helebê ketin qonaxeke tundtir, ku bû sedema zêdetir qurbanî û koçberiyê.
Roja Pêncşemê, 8ê Çileya 2026an, pevçûnên di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên girêdayî Rêveberiya Xweser û komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê de zêdetir bûn.
Ragihandina "qedexeya çûnûhatinê" û nasandina taxan wek "herêma leşkerî" ji aliyê Artêşa Sûriyeyê ve, ne bû asteng ji bo aloztirbûna rewşa leşkerî û mirovî.
Her du aliyên pevçûnê amarên cuda yên qurbanî û ziyanên şer belav kirin.
Emniyeta Helebê: Me êrîşeke berfireh têk bir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê yên girêdayî Rêveberiya Xweser ragihand ku wan êrîşeke "berfireh" a komên girêdayî hikûmeta Şamê û bi hezaran çekdaran li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê têk birine û di şer de tankek û pênc wesayîtên leşkerî hatine rûxandin û heft dronên bombebarkirî hatine xistin.
Li gorî daxuyaniyê, êrîş bi beşdariya "zêdetirî 60 tank û zirxpoşan, bi dehan wesayîtên leşkerî û bi hezaran çekdaran" bi piştgiriya droneyan û topbarana giran pêk hatiye û armanca wan dagirkirina taxan bûye.
Ji ber van pevçûnan, herêmên niştecihbûnê hatine topbarankirin, emniyeta Helebê dibêje, "Piştî têkçûna wan di pêşketinên bejahî de û revîna wan ji eniyên şer, komên çekdar dest bi topbarana hovane ya taxan kirin."
Komîteya Navendî ya Bersivdayînê ya Helebê, ya girêdayî hikûmeta Sûriyeyê, çîrokê bi rengekî din vedibêje û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi topbarankirina rêyên mirovî tawanbar dike.
Du amarên cuda yên kuştiyan
Amarên kuştî û birîndarên sê rojên pevçûnê di navbera her du aliyan de cuda ne.
Dr. Osman Şêx Îsa, Hevserokê Encumena Tenduristiyê ya taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd, ji Rûdawê re ragihand: Li gorî amaran, heta duh 65 sivîl bûne qurbanî, ku 9 kuştî û zêdetirî 56 birîndar in.
Lê belê Komîteya Bersivdayînê ya Helebê ya girêdayî hikûmeta Sûriyeyê dibêje, hejmara kuştiyan gihiştiye 10 kesan û ya birîndaran jî zêde bûye û bûye 88 kes.
Ji ber rewşa xirab a nexweşxaneyan û dijwariya pevçûnan, ji bo birîndaran pirsgirêk derketine.
Hevserokê Encumena Tenduristiyê ya taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd dibêje: "Nexweşxane bê derman in û tenê jeneratorek maye ku sotemeniya wê ber bi qedandinê ve diçe."
Komîteya Bersivdayînê ya Helebê jî destnîşan dike ku 142 hezar kes koçber bûne, ku 13 hezar ji wan îro Pêncşemê koçber bûne.
Bertekên navdewletî ber bi aramkirinê ve ne
Biryar e şandeke bilind a Yekîtiya Ewropayê bi serokatiya Ursula von der Leyen, Seroka Komîsyona Yekîtiyê, ji ber rewşa Helebê serdana Şamê bike. Yekîtî daxwaza "xwe-ragirtinê" dike.
Senator Andy Kim, senatorê Demokratên Amerîkayê, ji Rûdawê re ragihand ku eger Şam bixwaze Washington sizayan ji ser wê rake an alîkariya wê bike, divê "mercê parastina Kurd û hindikahiyan" bicîh bîne.
Li ser asta welatên herêmê jî, helwestên derbarê rewşa Helebê û aloziyan de cuda ne.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand, "Ewlekariya Sûriyeyê ewlekariya me ye" û amadebûna xwe ji bo alîkariya Şamê li dijî HSDê nîşan da.
Nûman Kurtulmuş, Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê, li ser geşedanên Sûriyeyê got: "Em dizanin ku li wir rewşeke hesas heye. Tişta ku me piştî şoreşa Sûriyeyê gotiye ev e; yekparçeyiya xaka Sûriyeyê girîng e, rêgirtina li têkçûna vê yekparçeyiyê di berjewendiya gelê Sûriyeyê de ye. Em pêşniyar û dîtinên xwe ji Sûriyeyê û aliyên peywendîdar re radigihînin."
Helwesta Îsraîlê li ser rewşa Kurdan li Helebê ber bi aliyekî din ve bû, Gîdeon Sa'ar, Wezîrê Derve yê Îsraîlê, êrîşên li ser Kurdan wek "metirsîdar" bi nav kir.
Wezîrên Derve yên Iraq û Erebistana Siûdî geşedanên li Helebê gotûbêj kirin û tekezî li ser pêwîstiya rawestandina êrîşên li ser taxên Kurdnişîn û destpêkirina danûstandinan kirin.
Fuad Husên, Wezîrê Derve yê Iraqê, fikarên welatê xwe li ser wan êrîşan anî ziman ku herêmên sivîlan dikin armanc û bûne sedema "koçberkirina bi hezaran niştecihên Kurd ji herêmên wan."
Rêveberiya Xweser di têkiliyê de ye
Rêveberiya Xweser eşkere dike ku ji bo aramkirina rewşa taxên Kurdnişîn ên Helebê, xeteke peywendiyê bi Washington, Parîs û Enqere re vekiriye; armanca wan jî ew e ku ew welat bibin navbeynkar di navbera wan û Şamê de ji bo rêgirtina li her komkujiyekê.
Roja Pêncşemê 08-01-2026, Îlham Ehmed, Hevseroka Fermangeha Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, di hevpeyvînekê de ragihand: "Peywendiyên me yên bi Washington, Parîs û Enqere re derbarê geşedanên li Helebê berdewam in. Em hewl didin ku ew welat di navbera me û Şamê de wek navbeynkar kar bikin."
Îlham Ehmed amaje bi wê yekê kir ku armanca wan bikaranîna "zimanê zîrekî û mentiqê ye" ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bêyî ku rewş bigihîje asta leşkerî an jî "komkujiya li dijî sivîlan."