Dûrzî, Kokên Kurdî û Mîraseke Qedîm a Êzdiyan
Dûrzî, Kokên Kurdî û Mîraseke Qedîm a Êzdiyan

Nivîskar û Şûnewarnasa Kurd Zaze Mahabadî di peyameke xwe de balê dikşîne li ser peywendiyên Dûrzî, Kokên Kurdî û Mîraseke Qedîm a Êzdiyan û wiha de dide zanîn. Li gorî lêkolînên nûjen û belgeyên dîrokî, derdikeve holê ku Dûrzîtî, dîneke yekxwedayî, mîstîk û li ser zanînê bingehkirî ye, koka xwe ji sîstemên baweriyên kevnar ên Kurdan, bi taybetî ji baweriyên Êzdanî-Pîranî digire. Ev dînê qedîm, di dîrokê de bi kevneşopiyên Êzdî, Yarsanî û Kakeyî re mîraseke çandî ya biratî parve kiriye, lê ji ber zext û fermanan, gelek ji wan belavî deverên Levantê bûne.
Welatê Resen û Malbatên Navdar
Welatê herî kevn ê Dûrzîyan wek Çiyayên Zagrosê (Kurdistan) tê qebûlkirin. Ew, bi Êzdî, Yarsanî, Kakeyî, Şebek û Elevîyan re, di heman malbata baweriyan de ne. Ji ber ferman û qetlîamên ku di dîrokê de bi serê wan de hatine, beşeke mezin ji wan koçî welatên wekî Sûriye, Lubnan û Fîlîstînê kirine û bi demê re hinekî kultura Erebî wergirtine.
Malbata navdar a Canpolat (Jumblatt) a li Lubnanê, girêdayî baweriya Dûrzî ye. Koka vê malbatê digihîje Şêx Mend Paşa, mîrê Kurd ê Êzdî yê ku di dema Eyûbîyan de li Kîlîsê mîrîtî kiriye. Seîd Beg Canpolat, nêzîkî sala 1630-an Zayînî li Lubnanê bi cih bûye. Malbatê li Helebê mîrîtîyek ava kiriye û çend caran li dijî desthilatdariya Osmanî serî hildaye.
Bawerî û Pirtûka Pîroz
Dûrzî yekxwedayî ne. Ew bawer dikin ku Xwedê yek, ebedî û her tiştî dihewîne. Ew dibêjin ku mahiyeta Wî ji aqilê mirovan wêdetir e û ti sifetek nikare wî bi temamî vebêje. Nivîsa pîroz a Dûrzîtîyê "Nameyên Hîkmetê" (Rasâʾil al-Ḥikma) ye.
Dûrzîyên Rojava û Serdema Nûjen
Dîroka Dûrzîyên Rojava (Rojavayê Kurdistanê) nêzîkî hezar sal berê ye. Di serdema Osmanî de, wan gelek caran li hemberî hewildanên kontrolkirina herêmê re gelek berxwedanê nîşan dane. Îro li Rojava û derdora wê nêzîkî 700 hezar Dûrzî dijîn. Deverên wan ên sereke ev in: Siwêda, Selxad, Şahba, Cebel el-Ereb, el-Qureyya, Ceremane û Mecdel Şems.
Kurdên Dûrzî yên Navdar
Di nav Kurdên Dûrzî de kesayetên navdar jî hene:
Sultan Paşa el-Atraş: Rêberê berxwedana Sûriyeyê bû.
Ferîd el-Atraş: Muzîkjenekî navdar bû.
Esmahan (Emel el-Atraş): Stranbêj û aktrîsek bû.
Fehd Bellan: Hunermendekî gelêrî bû.