Êzdî dixwazin zextên li ser Êzdiyên li Tirkiyeyê bi dawî bibin

Erkîş got: "Bila zexta li ser Êzidiyan li Tirkiyeyê bi dawî bibe!, Bila êdî dengê gelê Êzdî yê mazlûm bibihîzin!, Bila êdî dagirkeriya gundên me bi dawî bibe!, Bila veger zûtir bibe! Bila Êzdîtî li Tirkiyeyê bê naskirin!, Bila hesreta welat biqede!, Bila Aştiyeke bi rûmet pêkbê!, Tu tişt ji aşitiyê xweştir nîne!.

Aug 30, 2025 - 19:06
Êzdî dixwazin zextên li ser Êzdiyên li Tirkiyeyê bi dawî bibin

Edîp Erkîş ku bi rêya doza gundê Kelhokê (Kuşçukuru) yê navçeya Bişêrî ya Batmanê pirsgirêkên gelê Êzdî anî rojevê, li Enqereyê bang li rayedaran kir û got, "Êdî dengê gelê Êzdî yê mazlûm bibihîzin, dagirkeriya li ser gundên me yên Êzdiyan bila bi dawî bibe."

''Em ji dixwazin ji pêvajoya aştiyê sûdmend bibin''

Doza gundê Kelhokê ya ku di têkoşîna vegera civaka Êzdî de ev e 13 salin li pey xwe hişt, gihişt qonaxeke nû. Edîp Erkîş ê ji şêniyên berê yên gund, ji ber neheqî û dagirkeriya berdewam li Enqereyê daxuyanî da.

Erkîş bi bîr xist ku wan weke civaka Êzdî di sala 2012an de beşdarî pêvajoya aştiyê ya li Amedê bûne û got: "Ji wê rojê heta niha hem bi rêya hiqûqê hem jî bi însiyatîfên aştiyane em ji bo vegera li gundên xwe têdikoşin. Tevî ku me gelek caran doz qezenc kirin jî dagirkerî dewam dike." Erkîş anî ziman ku tevî biryarên tahliyeyê yên Rêveberiya Îcrayê ya Batmanê di sala 2025 an de dabûn jî, hin mal hê jî di bin dagirkeriyê de ne û got, "Li ser zeviyên me yên tapûkirî xaniyên bê destûr hatine çêkirin Rê li ber me digrin ku em vegerin ser axa xwe.

Me gelek caran serîlêdanan kir, lê pêvajo gelek gelek bi hêdî dimeşe." Erkîş anî ziman ku divê gelê Êzdî di pêvajoya aştiyê de neyê jibîrkirin û civînên navneteweyî yên ku Cîgirê Serokomar Zafer Sırakaya jî beşdar bûye, wekî mînak nîşan da û got, "Em Êzdî dixwazin di vê pêvajoya aştiyê de bêne qebûlkirin. Di dîroka sed salî ya Komara Tirkiyeyê de ev ji bo me pêşketineke dîrokî ye."

Bila zexta li ser Êzidiyan li Tirkiyeyê bi dawî bibe!

Di dawiyê de Erkîş ji Enqereyê bang li raya giştî kir û ev bang kir: Zextên li ser Êzdiyên li Tirkiyeyê bi dawî bibin, Dagirkeriya li ser gundên me demildest bi dawî bibe, Hesreta welat a gelê Êzdî bi dawî bibe, Pêvajoya aştiyê lezgîn bibe.

Erkîş got: "Bila zexta li ser Êzidiyan li Tirkiyeyê bi dawî bibe!, Bila êdî dengê gelê Êzdî yê mazlûm bibihîzin!, Bila êdî dagirkeriya gundên me bi dawî bibe!, Bila veger zûtir bibe! Bila Êzdîtî li Tirkiyeyê bê naskirin!, Bila hesreta welat biqede!, Bila Aştiyeke bi rûmet pêkbê!, Tu tişt ji aşitiyê xweştir nîne!.

Her wiha Erkîş bang li raya giştî kir û ew vedixwîne: Dê Dadgehkirina lêdana kêmendam di 20.09.2025 an de li Êlihê be, 10 bersûc dê bêne darizandin. Ji bo dîtina vê şerma mezin, ez li Êlihê (Batmanê) her kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im, vedixwînim vê roja darizandinê!