Yapicioglu: Divê Tirkiye li Sûriyeyê dijberiya Kurdan neke
“Divê Tirkiye dijberiya Kurdan li Sûriyeyê neke. Divê Hikûmeta Sûriyeyê mafên Kurdan bide. Lihevkirina Kurd û netewên din ji bo hemû aliyan baş e.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu derbarê pêvajoya nû ya çareseriyê de diyar kir ku destpêkirina vê pêvajoyê girêdayî rewşa Sûriyeyê bû û got, “Divê Tirkiye li Sûriyeyê dijberiya Kurdan neke.”
Komîsyona pêvajoya çarseriyê dê sibê saet 11:00an li Eywana Merasîmê ya Parlamentoyê di bin serokatiya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş de bicive.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bû mêvanê bultena Rûdawê û li ser karên komîsyonê û pêvajoya çareseriyê daxuyaniyên girîng dan û da zanîn ku ew dê sibe di civîna yekem a komîsyonê de pêşniyarên xwe bînin ziman.
"Pêvajo bi rewşa Sûriyeyê ve girêdayî ye"
Zekeriya Yapicioglu ragihand ku destpêkirina pêvajoyê bi rewşa Sûriyeyê ve girêdayî ye û bangî Tirkiyeyê kir ku li Sûriyeyê dijberiya Kurdan neke.
Yapicioglu bal kişand ser girêdana pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê bi geşedanên li Sûriyeyê re û got, “Destpêkirina vê pêvajoyê girêdayî rewşa Sûriyeyê ye.”
Yapicioglu da zanîn ku divê Tirkiye polîtîkaya xwe ya li hemberî Kurdên Sûriyeyê biguherîne û wiha axivî:
“Divê Tirkiye dijberiya Kurdan li Sûriyeyê neke. Divê Hikûmeta Sûriyeyê mafên Kurdan bide. Lihevkirina Kurd û netewên din ji bo hemû aliyan baş e.”
"Komîsyon sibe dicive"
Serokê Giştî yê HUDA PARê li ser komîsyona ku ji bo pêvajoyê hatiye avakirin jî agahî dan û diyar kir ku yekemîn civîna komîsyonê dê sibe saet di 11:00an de bê lidarxistin.
Yapicioglu rola komîsyonê wiha anî ziman: “Komîsyon ne cihê biryarê ye, tenê pêşniyar dike.
Em dê pêşniyarên xwe di civînê de bînin ziman.”
Wî herwiha pêwîstiya diyalogê di navbera partiyên siyasî de destnîşan kir û got:
“Pêwîst e di navbera hemû partiyan de dan û standin hebe lê hin partî deriyên xwe ji dan û standinan re digirin.
Heta niha ti dan û standin di navbera me û DEM Partiyê de çênebûye.”
"Çek astengî ne, divê destûr bê guhertin"
Yapicioglu da zanîn ku bikaranîna çekan ji bo çareseriyê astengî ye lê divê çareserî bi hebûna çekan ve neyê girêdan û wiha pê de çû:
“Bikaranîna çekan astengiyê ji çareseriyê re çêdike. Lê eger PKK dîsa dest bi şer bike, dîsan divê pirsgirêka Kurdan bê çareserkirin.”
Zekeriya Yapicioglu amaje pê kir ku ji bo çareseriyeke mayînde divê guhertinên yasayî bên kirin û got, “Pêwîst e di destûrê de hin yasa bên guhertin û cezayên girtiyan sivik bibin.”
Rûdaw