Almanya projeyasaya xizmeta leşkerî ya dilxwaziyê pesend kir.

Almanyayê di sala 2011an de xizmeta leşkerî ya mecbûrî betal kir, lê di gihîştina armancên xwe yên di warê hêza mirovî de ji wê demê ve rûbirûyî pirsgirêkan bûye.

Aug 30, 2025 - 11:42
Almanya projeyasaya xizmeta leşkerî ya dilxwaziyê pesend kir.

Hikûmeta Almanyayê roja Çarşemê projeyasayek pesend kir ku li gorî wê, bernameyeke xizmeta leşkerî ya dilxwazî û xwebexşî ya şeş mehan tê damezrandin, bi armanca bihêzkirina hêzên berevaniyê yên welêt li hemberî gefên ewlehiyê yên Rûsyayê.

Li gorî nûçeyeke ajansa “Reuters”, hêzên yedek ên fêrkirî ku niha hejmara wan nêzîkî 100 hezar kes e, wê li gorî bernameya nû du qat zêde bibin. Tê payîn ku beşek ji dilxwazan tevlî xizmeta çalak bibin û bibin alîkar ji bo zêdekirina hejmara leşkerên artêşa Almanyayê “Bundeswehr”.

Almanyayê di sala 2011an de xizmeta leşkerî ya mecbûrî betal kir, lê di gihîştina armancên xwe yên di warê hêza mirovî de ji wê demê ve rûbirûyî pirsgirêkan bûye. Boris Pistorius, wezîrê berevaniya wî welatî, tekez kiriye ku “Bundeswehr” pêwîst e ji 180 hezar leşkerên niha heta destpêka salên 2030yî bigihîje 260 hezar leşkeran.

Di projeyasayê de armanca salane ya ji bo wergirtina dilxwazan ji 20 hezar kesî di sala 2026an de dest pê dike û heta sala 2030an digihîje 38 hezar kesan. Ger ev armanc neyên bicihanîn, îhtîmala vegera xizmeta mecbûrî heye, her çend ev yek dê pêwîstî bi pesendkirina parlamentoyê hebe.