Robert Aderholt: Em peywendiyên xwe yên dostane bi Herêma Kurdistanê re bipêş dixin

Aderholt pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê xwe de weke "gelekî girîng û pêwîst" binav kir û tekezî li ser pêşxistina van pêwendiyên "dostane" di hemû waran de, bi taybetî di warên siyasî û aborî de, kir.

Aug 8, 2025 - 11:12
Robert Aderholt: Em peywendiyên xwe yên dostane bi Herêma Kurdistanê re bipêş dixin

Endamê Kongressa Amerîkayê Robert Aderholt pesnê girêbestên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi du kompanyayên welatê wî re di warê enerjiyê de îmze kirine, da û tekez kir, "ew li benda encamên pir baş in." Aderholt herwiha got: "Pêwendiyeke me ya dostane bi Hewlêrê re heye."

Komgressmanê Amerîkayê Robert Aderholt derbarê pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê, girêbestên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kompanyayên Amerîkî re û rewşa herêmê, daxuyaniyeke taybet da Berpirsê Ofîsa Kurdistan24 a li Washingtonê Rehîm Reşîdî.

Aderholt pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê xwe de weke "gelekî girîng û pêwîst" binav kir û tekezî li ser pêşxistina van pêwendiyên "dostane" di hemû waran de, bi taybetî di warên siyasî û aborî de, kir.

Bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, roja 19ê Gulana 2025an di merasîmekê de, du peymanên di warê enerjiyê de di navbera Wezareta Samanên Siruştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herdu kompanyayên Amerîkî yên petrolê (HKN Energy) û (Western Zagros) de hatin îmzekirin.

Kongresmen Aderholt van girêbestan weke "pir baş" binav kir û dubare kir ku ew li benda encamên pir baş ji van peymanên di navbera Hewlêr û Washingtonê de ne.

Derbarê pêwendiyên Amerîkayê bi welatên din ên cîhanê re, endamê kongressê ji berpirsê ofîsa Kurdistan24 re got: "Ji bo me gelekî girîng e ku li seranserê cîhanê dostên me hebin. Weke Amerîka, em hewl didin ku pêwendiyên xwe bi hemû aliyan re baştir bikin."