Kurdên Qazaxîstanê Komkujiya Şingalê bi bîr anîn
Çalakî bi deqeyek bêdengiyê dest pê kir. Axêverên sereke Gulnara Elî û Arzûyê Elî, kî parêzerekî ku nirxandineke yasayî li ser bûyereke dîrokî daye. Kesayetên navdar ên Eskere Boyik, Tosinê Reşîd û Şêx Miraz bi rêya vîdeo-lînkê beşdar bûn.

Îro li bajarê Almaata yê Qazaxistanê merasîmek ji bo bîranîna ya 11mîn salvegera Komkujiya Şingalê hat lidarxistin. Civîn li otela Plaza Almaty derbaz bû.
Di merasîmê da Serokê Yekîtîyên Kurdên Qazaxistanê Ezîzê Zîyo Bedîrxan, xwedanê otela Plaza Almaty Cemalê Êlî Îbrahîmov, çîgirên serokê Komeleya BERBANGê Agalîyê Nîyaz Îbrahîmov, Îbrayîmê Flît Mamêdov û Mûradê Flît Şamîlov, serokê komîteya navbeynkariyê Sartîfê Latîf Alîyêv, serokê komîteya jinan Cemila Sîleman Babayêva, serokê komîteya çanda ya komelê Gulnara Elî Alîyêva û çîgirê serokê komîtê Esmera Cemal Şanîdze, çîgirê serokê komîteya jinan Arzû Elî Mamêd-oglî, çalakvan Eduard Mamed Suleymanov, nûnerên civaka êzdiyên Qazaxistanê Davîdê Celîl Sloyan û Merabê Tengîz Raşoev Merab
li ser keraseta Şingalê axivîn.
Çalakî bi deqeyek bêdengiyê dest pê kir. Axêverên sereke Gulnara Elî û Arzûyê Elî, kî parêzerekî ku nirxandineke yasayî li ser bûyereke dîrokî daye. Kesayetên navdar ên Eskere Boyik, Tosinê Reşîd û Şêx Miraz bi rêya vîdeo-lînkê beşdar bûn.
Îro di ser komkujiya Kurdên Êzidî re 11 sal derbas dibin ku li Şingalê bi destê DAIŞê zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin kuştin. Bi hezaran jin û zarok hatin dîl girtin û revandin û bi sed hezaran kes jî koçber bûn.
Her wiha ji ber şer, ji sedî 80yê bajar û gundên Şingalê wêran bûn. Bi hezaran Kurdên Êzidî yên ku hewl dida canê xwe ji wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spart Çiyayê Şingalê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî li kampan dijîn.
Li ser navê Komeleya BERBANGê em dixwazin spasiya xwe ya kûr ji kek Cemalê Elî re ji bo piştgiriya wî di organîzekirina çalakiyê de diyar bikin.