Li Reqayê Ereb fêrî Kurdî dibin

Çavdêrên pêwendîdar dibêjin li navçeyên Rêveberiya Xweser fêrbûna Kurdî ji aliyê pêkhateya Ereb ve pêwendiyên civakî qayîm dike û nakokiyên siyasî jî kêm dike.

Aug 3, 2025 - 19:18
Li Reqayê Ereb fêrî Kurdî dibin

Li bajarê Reqayê yê di çarçoveya” Zimanê Kurdî mafekî rewa û bingehîn e ji bo Sûriyeyeke Demokrat” dest bi yekem kursa fêrbûna zimanê Kurdî hat kirin.

Saziya Zimanê Kurdî ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku armanc ji fêrbûna zimanê Kurdî parastina kelepûr û hebûna neteweya Kurd de û qayîmkirina pêwendiyên civakî ye.

"Xwendekaran Ereb bi kelecan dixwazin fêrî Kurdî bibin"

Mamoste Evîn Eliyê armanca vekirina kursan wiha anî zimên:

"Armanca vekirina Saziya Zimanê Kurdî di 15ê meha 5an de vekirina derî ye li ber hemûyan da ku fêrî zimanê Kurdî bibin û li dawiyê bawernameyên qonaxên yekem, duyem û sêyem wergirin.

Her qonax wê sê mehan berdewam bike û li gel ezmûnan dê bi dawî dibe. Niha me du kurs vekirine, danê sibehê û danê êvarê.

Beşa herî zêde ya xwendekaran ji pêkhateya Ereb e, bi rastî bi kelecan dixwazin fêr bibin."

Saziya Zimanê Kurdî ya Rêveberiya Xweser plan dike di rojên bê de li gundewarê Reqayê jî kursên Kurdî veke.

Li gorî siyaseta vê saziyê, berî her her kesî derfet ji bo jinan tê dayîn.

"Ez tişta ku şanaziyê pê dikim piraniya xelkê vê derê Ereb e"

Xwendekara Kurd Zeyneb Mislim kêfxweşiya xwe wiha anî zimên:

“Ez fêrî zimanê xwe yê dayikê dibim û tişta ku şanaziyê pê dikim piraniya xelkê vê derê Ereb e.

Ev yekem saziya zimanê Kurdî ye tê vekirin, tevî ku gelek dibistan, peymangeh û zanîngeh hene, lê saziyeke taybet bi zimanê Kurdî hatiye vekirin bi rastî ev ji bo me şanazî ye.”

"Ez dixwazim xwendekarên xwe yên Ereb jî fêrî Kurdî bikim"

Mamosteya Ereb Rebab Muftî xwesteke hînbûna Kurdî wiha bi lêv kir:

“Min hez kir fêr bibim, berê dema min nebû lê niha di navbera xizmeta malbata xwe û fêrbûna zimanê Kurdî de min derfet dîtiye.

Ez dixwazim fêrî vî zimanî bibim ji ber xelkê derdora min Kurd in.

Divê ez di jiyana xwe de fêrî zimanekî nû bibim da ku dan û standinê bikim her wiha bikaribim xwendekarên xwe yên Ereb jî fêrî Kurdî bikim."

Di kursa yekem a fêrbûna zimanê Kurdî de 45 xwendekar beşdar dibin û piraniya wan jî Ereb in.

Çavdêrên pêwendîdar dibêjin li navçeyên Rêveberiya Xweser fêrbûna Kurdî ji aliyê pêkhateya Ereb ve pêwendiyên civakî qayîm dike û nakokiyên siyasî jî kêm dike.

Rûdaw