Agirê Newrozê li erd û esmanan jî pêdikeve

Newroz, Sersala Kurdî, Ne Tenê Cejnek e, Lê Dîmeneke Agirîn e ku Erd û Ezmanan jî Pêdikeve

Aug 16, 2025 - 12:29
Agirê Newrozê li erd û esmanan jî pêdikeve

Li bajarê Akrê, ku li Başûrê Kurdistanê (Kurdistana Iraqê) ye û wekî paytexta Newrozê jî tê nasîn, bi deh hezaran kes şeva 20 ê Adarê ji bo dîmeneke agirîn ya ji bîr nekirî bibînin li wî bajarokê biçûk û çiyayî kom dibin: Zêdetirê du hezar ciwanên deverê dar xetîre an ku meşale didin destên xwe û bi awayeke marpêçanê hildikişin serê çiya û agirê mezin pêdixin û paşê dîsa bi rêz ve dadikevin têne xwarê. Di wê tariyê de li ser newalên çiya têlên agirê geş dirêj dibin û dîmeke sîhrawî û rûhanî dikeve dilê bîneran.

Ev rêwresma îro vedigere li ser destana çîroka Kawayê Hesinkar, lehengê ku serî li dijî zordariyê rakir, û di wê demê ve agir bû wekî sembola azadî û serkeftinê. Îro jî, Kurd her sal çiyayan bi agir geş dikin, da ku dîrok û berxwedana xwe ronî bikin û serkefinên zêdetir bi dest ve bînin û bi vî awayî jî Newroza xwe pîroz dikin.