Bi vê Yekîtiyê Em Hene

Şerên neteweyî, mezhebî û olî gelek welatan wêran kirine û paş xistine. Pêşketin û serkeftin bi yek rengî çênabe. Pirrengî û cudahî bûye sedema pêşketina cîhan û mirovahiyê.

Aug 11, 2025 - 12:11
Aug 16, 2025 - 12:12
Bi vê Yekîtiyê Em Hene

Sefîn Omer

Wekî ji bo hemû kesên ku bi dîroka Kurd dinasin, eşkere ye ku ji demên kevnar ve Kurdistan yek ji wan deveran bûye ku tê de bi hev re jiyana netewe û olên cuda xwe nîşan daye, pêkvejiyan bûye yek ji sembolên diyar ên Kurdistanê. Li ser axa Kurdistanê neteweyên Kurd, Ereb, Asûrî û Ermenî, hwd., pir bi aramî û lihevkirinê bi hev re jiyane, tevî cudahiya baweriyên wan, lê her dem mirovahî ji wan re pêş bûye. Gelek ol û mezhebên cûda li Kurdistanê bi hev re dijîn wekî: Îslam, Mesîhî, Êzidî, Kakeyî, Zerduştî, Sunnî û Şîe. Hemû jî bi ruhê biratî û qebûlkirina hevdu, rêz li bawerî û têkiliyên civakî yên hevdu girtine.

Wekî ku ji bo her kesî eşkere ye, piraniya niştecihên Herêma Kurdistanê misilman in, lê hejmarek ol û mezhebên din jî li Kurdistanê hene û bi sedan sal in bi aramî û aştiyê bi hev re dijîn, ku wekî mînakek dikare ji bo ola Mesîhî bê gotin ku ev demeke dirêj e li ser vê axê û li deverên wekî: Enkawa, Şeqlawe di sînorê parêzgeha Hewlêrê de û di sînorê parêzgeha Dihokê de jî li gelek bajar û bajarokan dijîn. Qezaya Enkawa yek ji qezayên herî navdar ên Mesîhî - niştecîh ên Rojhilata Navîn e. Piştî Serhildana Pîroz a sala 1991 ê, ji ber hebûna ruhê biratî, bi hev re jiyan û aramiya li Herêma Kurdistanê, ji bilî niştecihên resen ên qezaya Enkawê, Mesîhiyên piraniya deverên din ên Iraqê jî ji bo bicihbûnê berê xwe dan Herêma Kurdistanê û qezaya Enkawê nîştecîhbûn. Bi hatina DAIŞê re jî, cihê herî aram û baş ji bo wan Herêma Kurdistanê bû, loma bi lez û bez berê xwe dan Herêma Kurdistanê û bi aramî û aştiyê de li wir bi cih bûn. Hîn jî gelek ji wan li Herêmê mane û venegeriyane deverên xwe.

Li devera Barzan jî gundekî Mesîhî-nişîn heye, niştecihên wî gundî li ser ola xwe berdewam in û têkiliyên wan ên civakî bi niştecihên deverê re xurt in û cil û bergên wan wekî yên xelkê deverê ne û wekî hemû welatiyên deverê parastina jîngehê û hevdû qebûlkirin kiryarên wan ên herî sereke ne.

Tişta ku cihê balkêşê ye, rola Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ye, ku her dem hewl daye pêkvejiyana aştiyane û hevdû qebûlkirina di navbera ol û neteweyên cuda de hebe û piştgirî daye hemû pêkhateyan. Wî her dem parastina wê yekê kiriye ku (Kurdistan divê pir-olî, pir-neteweyî û pir-pêkhateyî bimîne). Pêkvejiyan bingeheke kûr e ji bo Serokê Herêmê û van hewldanên wî bûne hêzek mezin ji bo her kesî û cihê rêza cîhanê ye. Piştî Serhildana sala 1991 ê ku Parlamena Kurdistanê hate damezrandin, Serok Barzanî roleke mezin lîst ku nûnerên Mesîhî û Tirkmen di Parlamena Kurdistanê de hebin, ev jî yek ji gavên dîrokî bû. Her wiha, Nêçîrvan Barzanî gelek hewl da ku li gel zimanê Kurdî, giringî bi zimanê Suryanî û Tirkmenî jî bê dayîn û zarokên Mesîhî û Tirkmen heta îro bi zimanê xwe dixwînin. Ev hewldanên cenabê wî jî vedigerin li ser wê têgihiştina ku bi wê baweriyê da ye: (Şerên neteweyî, mezhebî û olî gelek welatan wêran kirine û paş xistine. Pêşketin û serkeftin bi yek rengî çênabe. Pirrengî û cudahî bûye sedema pêşketina cîhan û mirovahiyê. Di encama wê pêkvejiyanê de gelek Pêşmerge şehîd û birîndar bûne ji bo ku xwîn ji tiliya welatiyekî Mesîhî neyê).