Pêvajo û rojevên wan li ser bingeha xapandin û kedîkirina milletê Kurd dimeşe
Bi nivîsên xwe, bi helwestên xwe, bi kiryar û biryarên xwe, bi berpirsiyarî û îradeya kollektîf divê em şopgerên doza neteweyî bin.....
Cano Amedî
Gelo, wê ev benîştê "pêvajoya aştîyê, pêvajoya çareseriyê, pêvajoya entergasiyonê, pêvajoya demokratîk bûnê" heta kingê rojevê dîl bigire?
Dîroka nêzîk a sed salên dawiyê çendî carî dayê îspatkirin ku doza netewî, bi benîştê xapandinê bi ser nakeve. Ev pêvajoyên xapandinê, pêvajoyên kedîkirinê li ser hîmên sîstema Komkujî û tunekirinê di meşe. Ev sîstem li ser rûbarên xwînê û sîstema derewan hatîye damezrandin. Bi xwînê, bi derewan, bi tirs û pergala zilmê hebûna xwe li ser civatê ferz dike.
Lê mixabin siyaseta desthilatdar û ya di bin siya wan de li pey berjewedîyên komî û şexsî de dimeşin; yên li pey xewn û xeyalên kursîyên rantê de dixwazin "hêvîyên" xwe xurt bikin, li ber bayê kûr direqisin...
Zimanê Kurdî di hemû warên sazî û bingeha sîstema mêtingeriyê de, weke zimanekî "nenas" û tune tê hesibandin. Dîroka sed salên dawiyê daye îspatkirin ku parlementoya wan, komisyon û heyetên wan, pêvajo û rojevên wan li ser bingeha xapandin û kedîkirina milletê Kurd dimeşe...
Yek ji aktorê vê sîstema dagirkeriyê Süleyman Demirel di wexta Serokatiya xwe de gotibû: "Eger hûn naxwazin problemek an mijarekî çareser bikin wî hewaleyê komisîyonan bikin...."
Komisyonên heta niha avabûne, çi kirine, gihîştine çi armancê? Ji jenosaydan bigirin, heta komkujiyan, ji darbeyên leşkerî bigirin heta pêwendîyen narkotîk, siyasî û burokrasîyê gelek Komisyon hatin avakirin, kijan komisyon gihîşt armanca xwe?
Gotinek gelerî heye dibejin: "Eger tu bişkoka ewilî şaş girêbidî wê yên pey wê jî hemû şaş bidomin." Rûdan û geşadanên diqewimîn mînakên cuda radixin ber çavan...
Ev çil salên dawiyê li bakûrê Kurdistanê rojev û pêvajoyên desthilatdar li gorî nîzam û berjewedîyên aktorên rantê didome. Lê mixabîn ew aktor û hêzên ku qala alternatîfbûnek millî dikin nikarin xwe ji siya siyaseta desthilatdar dûr bikin. Ji salên 1984 an vir de, em hemû dizanin ku ew çîrokên "serkeftin û pêşketinê" çewa radestî siyaseta desthilatdar kirin.
Em îro jî dibînin ku hinek kes, alî, an jî komên rantê xewn û hêvîyên xwe di helmêza desthilatdaran de dibînin. Siyaset û helwesten xwe li gorî naveroka rojeva siyaseta desthilatdar tayîn dikin. Li gorî hêz û bandora ba û bahozên demê tevdigerin...
Siyaseta millî, siyaseta neteweyî, siyaseta alternatîfê li ser bingeha hûqûqa niştimanperwerî, li ser pîvanên wijdan û berjewedîyên netewî, li ser karekter û ehlaqê Kurdewarî geş dibe, hêz dibe û bi ser dikeve. Berpirsîyarîya kollektîf, berjewedîyên giştî, armancên stratejik û hedefên hevbeş erkê dirokî û neteweyî li ser me ferz dike.
Divê her Welatparêz, her niştimanperwer, her xizmetkarê doza neteweyî bi derbasbûyîna xwe re rûbirû bibe û li gori berjewedîyên milletê xwe tevbigere, xwe bi guherîne û rê nede lehîyên xirabîyan..... Siyaseta neteweyî ne lîstoka hevalbendîya xortanîya taxê ye. Bi nivîsên xwe, bi helwestên xwe, bi kiryar û biryarên xwe, bi berpirsiyarî û îradeya kollektîf divê em şopgerên doza neteweyî bin.....