Vîzyona Nêçîrvan Barzanî di vê qonaxê de

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, dibêje: "Aştî hêz e û aştîxwazî, rêbaza kesên xwedî bawerî û bihêz e. Di aştiyê de ti kes û ti alî têk naçin, em hemû serdikevin û welatên navçeyê jî geş dibin. Hêza aştiyê ji hêza hemû şeran mezintir e."

Aug 21, 2025 - 20:51
Vîzyona Nêçîrvan Barzanî di vê qonaxê de

Şenge Ehmed Salar

Serok Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, her dem tekez kiriye ku Kurd û gelê Kurdistanê bi giştî, aştîxwaz in û her demê û li her cihekê çirûskek ji bo aştiyê hebe, gelê Kurdistanê her dem bi hêviyê ve pêşwaziyê lê kiriye. Ev rastiya girîng eşkere dike ku aştî di xwezaya gelê Kurd de rehên xwe berdaye û divê hemû rêxistin û kesayetiyeke siyasî ya Kurdistanê bawerî bi vê rêbaz û vîna gelê Kurdistanê re hebe.

Rojhilata Navîn li hember komek pirs û kêşeyên ku nehatine çareserkirin daye. Di vê qonaxê de ku şer heye û aştî heye, bijardeya herî baş di aştiyê de ye.

Wekî ku çend roj berê Serok Trump Ermenistan û Azerbaycan li hev anîn, dema ku aştî ser dikeve, seqamgîrî û aborî deriyên xwe vedikin. Serkeftin di aştiyê de ye. Ji bo me li Kurdistanê, ku aloziya navçeyê rasterast bandorê li ser rewşa me jî dike, nexşerêya Barzanî her dem wisa kiriye ku Herêma Kurdistanê parastî be û nebe cihê nakokiyan.

Nêçîrvan Barzanî modelek pêşkêş kir ku aştî hêz e. Wekî ku em dibînin, Tirkiye niha wisa bawer dike ku aştî hêz e. Her wekî ku ji bo me jî di navbera Hewlêr û Bexdayê de têgihiştina nirxê aştiyê hêz e; bi rêkeftin, diyalog û vegera li ser mafên destûrî û hêjayiyên destûrî yên Herêma Kurdistanê, ev jî hêz e.

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, dibêje: "Aştî hêz e û aştîxwazî, rêbaza kesên xwedî bawerî û bihêz e. Di aştiyê de ti kes û ti alî têk naçin, em hemû serdikevin û welatên navçeyê jî geş dibin. Hêza aştiyê ji hêza hemû şeran mezintir e."

Her dem nêrîna Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, wisa ye ku aştî, geşbînî, seqamgîrî û paşeroj beşeke serekî ya wan pêngavan in ku wî bi kiryarî pêngav ji bo wê avêtine. Her ev yek jî wiha kiriye ku em gelek ji qonaxên dijwar jî derbas bikin.

Di hundirê nava Rojhilata Navîn de, ew qeyranên ku ji dayik dibin, peşkên xwe li Herêma Kurdistanê jî dikevin. Lê bi vê nexşerêya ku Serok Nêçîrvan Barzanî heye, her dem qeyran dibe derfetek ji bo çareserkirina kêşeyan. Her ev yek jî wiha kiriye ku Herêma Kurdistanê bi ewlehî û seqamgîr be û li gel wê avadaniya ku heye jî, bi parastî bimîne.