Berxwedana Sokrates û Berxwedana Kurdan

Wekî Bavê Berxwedan û birastî jî hunermendê babê berxwedanê Şivan Perwer jî ku serê xwe bi dagirkerên Kurdistanê re neçemand û got; Berxwedan Jiyan e serhildan jiyan e.

Aug 21, 2025 - 20:16
Aug 27, 2025 - 08:24
Berxwedana Sokrates û Berxwedana Kurdan

Berxwedana Sokrates û berxwedana gelê Kurd, her çend di dem û deverên cuda de derketibin holê jî, di warê felsefeya bingehîn, rêbaz û armancên xwe de hin wekheviyên girîng parve dikin. Ev wekhevî li ser bingeha lêpirsîna li hemberî desthilat û otorîteyê, parastina prensîbên exlaqî û cangoriyê ji bo dozeke mezintir ava dikin.

Wekheviyên sereke xwe di çar xalan de Sokrates û Kurdan digihîne hevdû:

1. Lêpirsîn û rexnekirina desthilatê:
Berxwedana Sokrates: Siyaseta bingehîn a Sokratesî, lêpirsîna li ser zanîn û nirxên heyî bû. Wî bi rêbaza xwe ya îronîk û pirsyarî, desthilatdarên Atînayê û eded û nêrîtên civakî dixist bin pirsan. Armanca wî ne rûxandina dewletê, lê anîna civakeke dadperwertir û exlaqîtir bû. Ewî herdem tekez dikir û digot ku "jiyaneke bê lêpirsîn ne hêjayî jiyînê ye".

Berxwedana Kurdan: Gelê Kurd jî di dirêjahiya dîrokê de li hemberî zext û polîtîkayên bişaftin û asîmîlasyonê yên çendîn dewletên serdest de, hebûna xwe, çanda xwe û zimanê xwe parastiye. Ev berxwedan ne tenê bi çekan, lê di heman demê de bi rêya ziman, wêje, huner, têkoşîna siyasî û civakî de jî xwe nîşan dide. Kurdan her tim li hemberî pergal û sîstemên ku nasnameya wan înkar dikin, lêpirsînê kirine û li mafên xwe geriyane û li hember guvaşên desthilatê li ber xwe dane.

2. Serweriya Wijdan û Exlaqê:
Berxwedana Sokrates: Sokrates, li hemberî sûcdariyên ku li wî hatin kirin (wekî xirabkirina ciwanan û înkarkirina Xwedayan), li gorî wijdana xwe tevgeriya û ji parastina ramanên xwe de paşve gav ne avêt. Wî dikaribû bireve an jî lihevkirinekê bike, lê wî mirinê hilbijart da ku prensîbên xwe yên exlaqî biparêze. Ji bo wî, girîngtirîn tişt ne jiyîn, lê jiyaneke birûmet bû.

Berxwedana Kurdan: Berxwedana Kurdan jî bi giranî li ser bingeheke exlaqî û polîtîk ava dibe. Têkoşîna ji bo azadî, wekhevî û dadmendiyê, ne tenê ji bo berjewendiyên neteweyî, lê di heman demê de ji bo nirxên mirovahiyê yên cîhanî ye jî. Di vê berxwedanê de, gelek kes bi zanebûn ji bo parastina rûmet û nirxên gelê xwe, ji bilî "Abdullah Ocalan" hemû serok û serkirdeyên Kurdan yên di dîroka nêzîk de serê xwe netewandine û wan jî mirinê û jiyana bi rûmet hilbijartine. Mînakên wekî ji dîroka nêzîk: Şêx Ebdulselamê Barzanî, Şêx Seîdê Pîran, Seyid Riza, Qazî Mihemed û Leyla Qasim û hwd... Ev nêzîkbûn, girêdana kûr a bi exlaqa civakî û wijdanî re jî nîşan didin.

3. Nerazîbûna Sivîl û Berxwedana Pasîf:
Berxwedana Sokrates: Helwesta Sokrates wekî yekemîn mînaka nerazîbûn û îtaetsiziya sivîl tê dîtin. Wî yasa û zagonên ne heq ên ku li wî hatin sepandin red kir, lê di heman demê de cezayê ku jê re hate dayîn jî qebûl kir, da ku rêzgirtina xwe ji peymana civakî re nîşan bide. Ev helwest, rexnekirina sîstemê bi rêyên aştiyane û bê tundiyê bûn.

Berxwedana Kurdan: Tevî ku berxwedana Kurdan carinan bi şerê çekdarî jî tê nasîn, di heman demê de xwedî kevneşopiyeke xurt a berxwedana sivîl û pasîf e. Mînakên wekî grevên birçîbûnê, xwepêşandanên girseyî, serhildanên gel û parastina zimanê zikmakî, li hemberî qedexeyan, formên cuda yên nerazîbûn û îtaetsiziya sivîl in. Armanc ew e ku ne heqî û ne dadperwerî bê eşkerekirin û bi rêyên demokratîk bêne guhertin.

4. Cangoriya ji bo dozeke mezintir:
Berxwedana Sokrates: Sokrates bi mirina xwe bû sembola parastina felsefe û heqîqetê. Wî laş û bedena xwe feda û gorî kir da ku ramanên wî bijîn û ji nifşên paşerojê re bibin mînak. Mirina wî, di rastiyê de, serkeftina wî ya herî mezin bû ku desthilata neheq li ber çavê dîrokê mehkûm kir.

Berxwedana Kurdan: Di têkoşîna gelê Kurd de jî fedekarî û cangorî xwedî cihekî navendî ye. Bi hezaran kes ji bo azadiya gelê xwe û parastina axa xwe jiyana xwe ji dest dane. Ev cangorî ne tenê wekî trajediyek, lê wekî sembola vîn û îradeya azadiyê jî tê dîtin ku hêzê dide nifşên nû.

Di encamê de her çende şert û mercên dîrokî cuda bin jî, di navbera berxwedana Sokrates û ya gelê Kurd de xeteke felsefî ya hevpar heye. Her du jî li ser bingeha lêpirsîna li hemberî neheqiyê, girêdana bi prensîbên exlaqî û wijdanî, bikaranîna rêbazên berxwedanê yên cuda û fedekariya ji bo dozeke ku ji jiyana takekesî mezintir e, ava dibin. Sokrates ji bo parastina rastiyê canê xwe da, gelê Kurd jî ji bo parastina hebûn û rûmeta xwe bi sedan salan e li ber xwe dide. Ev her du mînak nîşan didin ku berxwedana li hemberî zilm û zordariyê, di bingeha xwe de çalakiyeke felsefî û exlaqî ye.

Bi Kurtî û bi Kurdî jî bibêjim; 
Sokrates dibêje: "Dema çûyînê hat û em diçin rêyên xwe - ez dimirim û hûn dijîn. Ka kîjan çêtir e, bi tenê Xwedê dizane."

Kurd jî dibêjin: Wekî Bavê Berxwedan û birastî jî hunermendê babê berxwedanê Şivan Perwer jî ku serê xwe bi dagirkerên Kurdistanê re neçemand û got; Berxwedan Jiyan e serhildan jiyan e. Dîsa wekî helbestvan Jaro Dihokî jî gotî: Hizir dikirin eger hezar hezar serjêkirin, hezar hezar berze (winda) kirin, Kurd dê mirin, lê ji bîr kirin Kurd ji sêdaran bilindtirin, ji qemçiyan û lêdanan mikumtirin (xûrttirin) û Kurd ji mirinê jî mezintirin...

Rodiyê Xwedêdayev

Родий Хведаев