Ferhad Pîrbal: Ez gihîştim armanca ku ji bo wê hatime dinê
Serok Barzanî ji min re got, 'Eger cihek axa Kurdistanê bû û me azad nekir, gilî û gazincan ji me Pêşmergeyan bikin, divê hûn jî zanîngehê reform bikin.'

Ferhad Pîrbal mûma 64 saliya temenê xwe vemirand û dibêje, "Ez ji bo wê yekê hatime dinê ku bibim Ferhad Pîrbal, û ez gihîştim wê armanca ku ji bo wê hatime dinê."
Ferhad Pîrbal ji Ava Medyayê re got: "Dema em ji dayik dibin, divê em armanca xwe diyar bikin. Ez ji bo wê yekê hatime dinê ku bibim Ferhad Pîrbal, û ez gihîştim wê armanca ku ji bo wê hatime dinê."
Ferhad Pîrbal di bernameya televizyonê de van tiştan jî got:
Bavê min hez dikir ez bibim endezyar û ji min re digot, 'Petrolê di bin erdê de bibîne.'
Ez ê pirtûk û berhemên xwe bifroşim mezadê, ji ber ku rêz li pirtûk û berhemên me nayê girtin.
Min beşek ji dîroka Kurd nivîsandiye, beşek ji pirtûkên min cara yekem e hatine nivîsandin, lê qedrê van tiştan nayê zanîn.
Ezîz Gerdî hevalê min bû û min jê hez dikir, mixabin bazirganî bi Ezîz Gerdî tê kirin.
Daxwaz dikim ku pirtûkxaneya min bibe mûzexaneyek.
Piraniya jiyana xwe min ji bo xwe jiyaye û ji tiştekî di jiyana xwe de poşman nînim.
Serok Barzanî ji min re got, 'Eger cihek axa Kurdistanê bû û me azad nekir, gilî û gazincan ji me Pêşmergeyan bikin, divê hûn jî zanîngehê reform bikin.'
Biryar e her îro li Hewlêrê çalakiyeke taybet bi boneya ji dayikbûna Dr. Ferhad Pîrbal were lidarxistin. Tê de beşek ji berhemên şêwekariyê yên Ferhad Pîrbal dê werin nîşandan û hejmarek ji pirtûkên wî dê werin firotin. Her wiha, hejmarek çalakiyên hunerî yên stran, muzîk û şanogeriyê dê werin pêşkêşkirin.
Dr. Ferhad Pîrbal di sala 1961'an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye, xwediyê 90 pirtûk û gelek tablo û berhemên helbest û stranan e.