Zanîngeha Exeter kursên Fêrbûna Zimanê Kurdî û Arşîva Dîjîtal a Kurdî jî vekir

Zanîngeha Exeterê di sala 2006an de Navenda Lêkolînên Kurdî ava kiriye, ku tê de bernameyên master û doktorayê û arşîvek dîjîtal a Kurdî jî hene. Niha jî dê kursa êvarê ya fêrbûna zimanê Kurdî (Kurmancî) pêşkêş bike

Aug 23, 2025 - 09:24
Zanîngeha Exeter kursên Fêrbûna Zimanê Kurdî û Arşîva Dîjîtal a Kurdî jî vekir
Zanîngeha Exeter, University of Exeter

Zanîngeha Exeter a Brîtanyayê Dê Kursa Êvarê ya Fêrbûna Zimanê Kurdî Pêşkêş Bike

Ji bo cara yekem, Zanîngeha Exeter a Brîtanyayê dê di çarçoveya Bernameya Ziman a (Êvarê) de ji bo kesên nû dest pê dikin, kursa zimanê Kurdî (Kurmancî) pêşkêş bike.

Derfet ji bo xwendekar û ne-xwendekarên ku dixwazin jêhatîbûna xwe ya ziman de pêş bixin heye û nav qeydkirin û tomarkirin dê di 29ê Îlonê de dest pê bike.

Astrid Hermes, Koordînatora Bernameya Ziman a Êvarê, ji dezgeha nûçeyan a herêmî Loop South West re ragihand ku Kurdî (Kurmancî) zimanekî berbelav e lê di perwerdehiya fermî de kêm tê bikaranîn.

"Bi riya vê qursê, xwendekar û endamên civakê dê bêne cem hev da ku jêhatîbûna xwe ya xwendin û nivîsandina bi Kurdî - Kurmancî bi alfabeya Latînî xurt bikin, di heman demê de bi çand, dîrok û nasnameya Kurdî re têkildar bibin. Ev qurs ji bo danûstandina navçandî, teşwîqkirina diyalogê û xurtkirina têgihiştina navçandî de platformeke hêja peyda dike."

Li gorî malpera Exeterê, beşa yekem a destpêka fêrbûna Kurdî - Kurmancî qurseke balkêş û berfireh e ku ji bo her kesê ku bixwaze ziman û çanda Kurdî vebikole hatiye amadekirin.

"Hûn kesek nû dest pê dikin, an ji malbatek Kurd in lê xwendin û nivîsandina we kêm e, an jî tenê li ser zimanê Kurdî meraq dikin, ev qurs ji bo avakirina jêhatîbûnên bingehîn ên ziman û têgihiştina çandî peywendî û hawîrdorek piştgirîdar pêşkêş dike."

Arşîva Dîjîtal a Kurdî ya Nû Hat Vekirin

Ji bilî qursa zimanê Kurdî, Zanîngeha Exeterê di sala 2006an de Navenda Lêkolînên Kurdî ava kiriye, ku tê de bernameyên master û doktorayê û arşîvek dîjîtal a Kurdî jî hene.

Wladimir van Wilgenburg

Kurdistan Chronicle