Piştî Alaskayê Rûsya Êrîşî Ûkraynayê kir
Tevî hewldanên ji bo rawestandina şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de, şeva borî 85 firokeyên bêfirokevan ên Rûsî ber bi navendên Ûkraynayê ve hatin şandin.
Hêza Hewayî ya Ûkraynayê ragihandiye: Moskoyê "bi moşekek balîstîk a Iskander-M û 85 firokeyên bêfirokevan êrîşî herêmên Ûkraynayê kiriye".
Hêzên Ûkraynayê destnîşan dikin ku 61 ji wan firokeyên bêfirokevan hatine xistin.
Ev êrîşa Rûsyayê di demekê de ye ku lûtkeya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de li Alaskayê pêk hat. Her du aliyan danûstandinên xwe erênî bi nav kirin, lê bêyî ku encamek ji bo bi dawî kirina şerê zêdetirî sê salî yê di navbera Moskoyê û Kyîvê de ragihînin.