Partî wekî her carê, bibe hêvî, mîsogerî, giyan û dînamoya ber bi pêşveçûna gelê Kurdistanê.
Peyama Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê

Di salvegera (79) emîn a damezrandina partiya me, Partiya Demokrat a Kurdistanê de, bi rûmetê ve Barzaniyê nemir, damezrênerê Partiyê û rêberê ruhî yê gelê Kurdistanê û wan hemû qehreman û şoreşger û Pêşmergeyên netirs bi bîr tînin ku bi dilsozî di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe gorî kirin. Serê rêz û hurmetê li ber giyanê wan ê pak diçemînin û silavan li malbat û kesûkarên wan dikin.
Vê bîranîna pîroz li malbatên serbilind ên şehîdan û tevahiya gelê Kurdistanê û li cenabê Serok Mesûd Barzanî û serkirdayetî û organan û endam û alîgir û cemawer û dostên Partiyê pîroz dikim. Bi hêvî û baweriyê, soza berdewamiya kar û xebatê di rêya armancên bilind ên Partiyê û bidestxistina mafên gelê Kurdistanê de dubare dikin.
Partî 79 sal berê di rewşeke aloz û dijwar a wê serdemê de wekî pêwîstiyeke jiyanî û di rêza pêşîn de hate damezrandin, da ku bi serfirazî rêberî û serkirdayetiya gelê Kurdistanê ber bi azadiyê ve bike. Niha jî li gorî dîrok û amadebûn û rol û pêgeha xwe ya li ser qada Kurdistanê, berpirsiyariya herî mezin a ji bo gihandina gelê Kurdistanê ber bi perava aramiyê ve, dikeve ser milê Partiyê.
Berpirsiyariya dîrokî û niştimanî ya Partiyê wiha dixwaze ku pêşengiya xurtkirina yekrêzî û hevahengî û pêkvejiyanê û komkirina aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê bike û ji bo derbaskirina kêşe û nakokiyan destpêşxer be, da ku rêberiya Kurdistanê bike di rûbirûbûna metirsî û astengiyan de û wan biguherîne derfet û xizmetê ji bo niha û paşeroja gel û welat. Di vê rêyê de jî, Partî wekî her carê dê her cure cangoriyekê bide.
Çawa ku di hemû kêşe û alozî û berjêr û berjorên dîrokê de, Partî serketî û serfiraz ma, her wisa jî dê bi şehrezayî û îradeyeke bihêz berdewam be heta ku hêvî û xewnên gelê Kurdistanê bi cih bîne. Ji bo vê jî divê em bi berdewamî xwe li gel pêşhat û pêşketinan û ruhê serdemê û pêdiviyên wê nû bikin û Partî wekî her carê, bibe hêvî, mîsogerî, giyan û dînamoya ber bi pêşveçûna gelê Kurdistanê.
Silav li bîranîna 16 ê Tebaxê, silav ji bo giyanê şehîdên Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî
16ê Tebaxa 2025an