Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahiyê Li Yekîtiya Zanayan Kir

Em tekez dikin ku Herêma Kurdistan bê cûdahî ji bo her û her niştimanê pêkvejiyanê ji bo hemû pêkhateyên olî û neteweyî dimîne û bi her awayî em rûbirûyî gotara rik û nefretê û her hewleke ji bo têkbirina çanda pêkvejiyanê dibin.

Sep 21, 2025 - 10:57
Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahiyê Li Yekîtiya Zanayan Kir
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê

Bi germî salvegera (55.) damezrandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê li Serok û Endamên Mekteba Cîbicîkar ya Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamosteyan û zanayên olî yên pîroz dikim, hêviya serkeftineke berdewam ji bo wan dixwazim.

Yekîtiya Zanayan û Mamostayên Olî, çawa ku di serdema şoreşê de xebat û têkoşînê kirine û qurbanî dane, di serdema azadiyê de jî amadeyî û roleke berçav di kûrkirina çanda pêkvejiyanê û qebûlkirina hevdu û lêborînê de heye. Herwiha di rûbirûbûna û nehiştina bîra tundrewî û fanatîzmê û pêşxistina giyanê niştimanperwerî û aştiya civakî de.

Di vê bîranînê de şehîdên Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê bi rêz bi bîr tînin û silav ji bo giyanê wan ê pak dişînin, herwiha hemû piştgiriya xwe ji bo kar û xebata Yekîtiya Zanayan di pêkanîna hemû mafên mamostayên ayînî de dubare dikin.

Em tekez dikin ku Herêma Kurdistan bê cûdahî ji bo her û her niştimanê pêkvejiyanê ji bo hemû pêkhateyên olî û neteweyî dimîne û bi her awayî em rûbirûyî gotara rik û nefretê û her hewleke ji bo têkbirina çanda pêkvejiyanê dibin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

21/09/2025