Revenda Kurdistanî: Deng Bidin Berbijêrê Kurd Hêmin Şêrdil Hewêzî

Banga Konfederasyona Revenda Kurdistanî: Ji bo Lobiyeke Bihêz, Deng Bidin Berbijêrê Kurd Hêmin Şêrdil Hewêzî

Oct 12, 2025 - 11:18
Oct 12, 2025 - 11:41
Revenda Kurdistanî: Deng Bidin Berbijêrê Kurd Hêmin Şêrdil Hewêzî
Banga Konfederasyona Revenda Kurdistanî: Ji bo Lobiyeke Bihêz, Deng Bidin Berbijêrê Kurd Hêmin Şêrdil Hewêzî

Amsterdam - Hollanda – Li gel nêzîkbûna hilbijartinên parlamentoya Hollandayê, Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi daxuyaniyekê bang li tevahiya Kurdên li Hollandayê kir ku di hilbijartinên pêş de piştgiriyê bidin berbijêrê Kurd, Hêmin Şêrdil Hewêzî (Hemin Hawezy), yê ku di lîsteya partiya CDA de bi hejmara 26'an cih digire. Konfederasyonê tekezî li ser wê yekê kir ku serketina berbijêrekî Kurd ê jêhatî dê bibe bingehek ji bo avakirina lobiyeke bihêz ji bo doza Kurd û Kurdistanê.

Profîla Berbijêr: Hêmin Şêrdil Hewêzî

Hêmin Şêrdil Hewêzî, ku 33 salî ye û xelkê bajarê Koyê ye, xwedî paşxaneyeke akademîk û pîşeyî ya berbiçav e. Wî bawernameya bekaloryosê di rêveberiya bazirganî û masterê di rêveberiya giştî de bidest xistiye. Her wiha, ew niha xwendekarê doktorayê ye li Zanîngeha navdar a Leidenê ya Hollandayê.

Di warê kar de, Hewêzî xwedî ezmûneke berfireh e. Nêzîkî heft sal in wekî şêwirmendê bilind li Wezareta Navxwe û Têkiliyên Keyaniya Hollandayê kar dike û berpirsiyarê karûbarên siyasî û navneteweyî ye. Zêdetirî çar salan jî wekî endamê desteya rêveberiya partiya CDA li bajarên Delft û Zoetermeer xizmet kiriye. Ew di heman demê de di warên komputer, zîrekiya destkird (AI) û dîjîtalîzekirina xizmetguzariyên giştî de xwedî şehrezayî ye.

Armanc: Dengê Kurdan li Parlamentoya Hollandayê bihêztir bibe

Li gorî daxuyaniya konfederasyonê, armanca sereke ya vê piştgiriyê, serxistina Kurdekî jêhatî ye ku bikaribe bibe dengekî bihêz û lobiyek çalak ji bo doza Kurd û Kurdistanê li parlamentoya Hollandayê. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Serketina wî dê bibe derfetek ji bo alîkarîkirina diyaspora û revenda Kurdî li Hollandayê, her weha avakirina lobiyek Kurdî ya bihêztir ku bikaribe bala dewlet û gelê Hollandayê bikişîne ser piştgiriya neteweya me ji bo bidestxistina mafên rewa."

Konfederasyonê her wiha amaje bi wê yekê kir ku Hewêzî dikare bibe "pirek ji bo avakirina xeteke têkiliyê di navbera Hollanda û Kurdistanê de di warên cûda yên wekî çandinî, zanistî û aborî de."

Konfederasyona Revenda Kurdistanî di dawiya daxuyaniya xwe de ku di 12'ê Cotmeha 2025'an de belav kir, careke din bang li hemû Kurdên li Hollandayê yên xwedî mafê dengdanê kir ku bi deng û piştgiriya xwe beşdarî vê pêngava neteweyî bibin.