Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Spasiya Medyakaran Dike

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Spasiya Medyakaran Dike

Jan 22, 2026 - 17:24
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Spasiya Medyakaran Dike
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Spasiya Medyakaran Dike

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Rola Medyaya Başûr di Bûyerên Rojava de Bilind Nîşan Dide û Ji Rewşa Medyakaran Li Herêmê Dilgeran e

Hewlêr – Kurdistan: Di daxuyaniyekê de ku îro Pêncşemê 22.01.2026an hate belavkirin, Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê spasiya helwesta yekgirtî ya medyakaran li Başûrê Kurdistanê kir ku di dema bûyerên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û rola neyînî ya hin aliyan li dijî doza Kurd li Sûriyê de nîşan dan.

Sendîkayê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku "ew helwesta bedew û yekgirtî ya ku medyakarên li Başûrê Kurdistanê nîşan dan, digel yek gotareke hemû medyayên me (dîtbarî, bihîstbarî, xwendî, elektronî) cihê spasiyê û rêzgirtinê ye." Herwiha hêvî kir ku ev yekgotarî û yekhelwestî di hemû qad û bûyer û karesatên din de jî berdewam bike.

Di heman daxuyaniyê de, Sendîkayê xemgîniya xwe derbarê encamên operasyonên leşkerî û bandorên wan li ser medyakaran li Rojava anî ziman. Daxuyanî destnîşan kir ku heta niha "amar û daneyeke rast li ser zirar û ziyanên nivîsîngeh û kanalan û medyakaran û kelûpelên wan" li herêmên Rojavayê Firatê ku medyakaran lê kar dikin, negihîştiye destê wan.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê dengê xwe xist kêleka dengê rêxistinên medyayî yên Rojava û bang li hemû rêxistinên medyayî yên cîhanê kir ku "bi baldarî çavdêriya rewşa medyayê û binpêkirinan bikin." Sedema vê banga xwe jî bi wê yekê rave kir ku "aliyê êrîşkar xwedî îdeolojiyeke medyayî ya eşkere nîne û heta niha nayê zanîn ka çawa li medyayê û jîngeha medyayî û azadiya ramanê û demokrasiyê dinêre."

Daxuyanî bi peyama "Serkeftin ji bo Rojava û silametî ji bo medyakaran" bi dawî bû.