Federasyona Komeleyên Kurdistanî Li Almanya Panelek Diyalogê Li Münsterê Lidar Xist

Federasyona Komeleyên Kurdistanî Li Almanya Panelek Diyalogê Li Münsterê Lidar Xist

Sep 21, 2025 - 09:36
Sep 21, 2025 - 09:38
Federasyona Komeleyên Kurdistanî Li Almanya Panelek Diyalogê Li Münsterê Lidar Xist
Federasyona Komeleyên Kurdistanî Li Almanya Panelek Diyalogê Li Münsterê Lidar Xist

MÜNSTER, Almanya – 20ê Îlona 2025an – Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Almanya (FKKA) îro, şemiyê, li bajarê Münsterê panelek diyalogê ya bi dirûşma "Xurtkirina Çanda Diyalogê di Navbera Revenda Kurdistanî Li Diyaspora û Civaka Almanî û Ewropî" li dar xist. Armanca panelê gengeşekirina rol û ezmûnên civaka sivîl li Almanya û Kurdistanê, û herwiha rewş û rola diyasporaya Kurdistanî bû.

Panela du-beşî ji aliyê Xanim Rodî Elî û medyakara Dilbirîn Şingalî ve hate birêvebirin, bi tevlêbûna Rêzdar Îqbal Dawûd, cîgirê serokê FKKA, û Xanim Sîma Cefer wek wergêr.

Diyalog bi xêrhatin û deqîqeyek bêdengî, ji bo rêzgirtina giyanê pak ê cangoriyên mirovahî, aştî û azadiyê dest pê kir. Xanim Maria Winkel, qeymeqama şaredariya Münsterê, gotarek girîng û bi wate pêşkêş kir.

Kaka Nadir Doxatî, sekreterê Komîteya Giştî û Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Almanya, gotara Rêzdar Kek Şîfa Barzanî, Serperiştyarê Dîska Diyasporaya Kurdistanî li Baregeha Barzanî, xwend. Herwiha gotara FKKA ji aliyê Rêzdar Îqbal Dawûd ve bi zimanê Almanî hate pêşkêşkirin.

Panela yekemîn, ji Xanim Profesor Doktor Birgit Ammann û Doktor Elî Dolemerî, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê, pêk dihat. Di vê beşê de, li ser rol, astengî û nêrînên paşerojê yên derbarê civaka sivîl li Almanya û Kurdistanê de nîqaşên berfireh hatin kirin. Herwiha rola Revenda Kurdistanî li diyaspora û civaka sivîl li welatên azad û pêşketî hate şirovekirin.

Di dawiya panela yekemîn de, xelata yekemîn a Federasyona Komeleyên Kurdistanî wek rêzgirtin ji bo kar û xizmeta wan li seranserê Kurdistanê, ji bo Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Baregeha Barzanî, hate pêşkêşkirin.

Piştî navbereke nîvroyê, panela duyemîn dest pê kir. Ev panel ji Kaka Awat Mistefa, berpirsê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Ewrupa û Xanim Xûnav Haco, berpirsa Komeleya Ronahî li bajarê Bochumê, pêk dihat. Kaka Awat bi berfirehî behsa rola Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Baregehê Barzanî li seranserê Kurdistanê kir. Di heman demê de, Xanim Xûnav li ser rewş û rola tevhevkirinê û civaka sivîl li Almanya axivî.

Ev panel û diyalog bi piştgirî û sponseriya kanala asmanî ya Kurdistan TV, şaredariya Münsterê, Encûmena Tevhevkirinê (Integrationsrat) û Konfederasyona Revenda Kurdistanî hatibû lidarxistin.