UNDP: Hewlêr Li Pêşketina Mirovî De Yekem e
UNDP: Hewlêr Li Pêşketina Mirovî De Yekem e
Li gorî raporeke ku ji aliyê Bernameya Pêşketina Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) û Wezareta Plansaziyê ya Iraqê ve hatiye amadekirin, Hewlêr di rêberiya pêşketina mirovî de di rêza yekem de ye, Kerkûk di rêza duyem de û Silêmanî di rêza sêyem de ye.
Îro sêşem, 9ê Kanûna Yekem, rapora li ser rêberiya pêşketina mirovî hate weşandin, ku ji aliyê Bernameya Pêşketina Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amadekirin. Herêma Kurdistanê di pîvanan de ji bajarên Iraqê pêşdetir e bi navgîniya 0.740. Di asta bajaran de jî Hewlêr di rêza yekem de ye bi pîvana 0.751. Li dû wê Kerkûk bi 0.738 tê, û Silêmanî jî bi rêza sêyem bi 0.737 tê.
Di raporê de, rêberiya pêşketina mirovî ya neteweyî wiha hatiye pênasekirin: Ew serjimêrîyek e ji bo pîvandina asta pêşketina mirovî li welatan, li ser sê aliyan tê diyarkirin: Temenê texmînkirî di dema zayînê de, wekî nîşanek ji bo tenduristî û temen dirêjbûnê. Rêjeya giştî ya fêrbûnê, û aliyê sêyemîn jî para takekesî ji dahata neteweyî ya giştî ye.