Serok Nêçîrvan Barzanî Serkeftina Amedsporê Bo Lîga Super Pîroz Dike
Serok Nêçîrvan Barzanî Serkeftina Amedsporê Bo Lîga Super Pîroz Dike
Hewlêr – Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, îro peyamek li ser platforma X belav kir û serkeftina tîma futbolê ya Amedsporê bo Lîga Super bi germî û ji dil pîroz kir.
Di peyama xwe de, Serok Barzanî got, "Bi germî û ji dil Amedsporê pîroz dikim ku ji bo Lîga Superê bi ser ket. Ev serketin her wiha li hemû piştevan û alîgirên Amedsporê pîroz be."
Barzanî herwiha kêfxweşiya xwe bi vê serkeftinê anî ziman û hêviya xwe nîşan da ku Amedspor dê her dem bi ser keve û herî baş nûnertiya bajarê Amedê bike. Wî peyama xwe bi gotinên, "Her bijîn, her hebin" bi dawî anî.
Amedspor, ku tîmek ji bajarê Diyarbekirê (Amed) ye, bi vê serkeftinê cihê xwe di nav lîgên bilind ên futbolê de girt, û vê yekê dilxweşî û serbilindiyeke mezin di nav gel û alîgirên wê de çêkir.