Spasnameyek ji Dr. Nûrî Osman

Spasnameyek ji Dr. Nûrî Osman

Feb 11, 2026 - 17:00
Spasnameyek ji Dr. Nûrî Osman
Spasnameyek ji Dr. Nûrî Osman

Rêzdar Dr. Nûrî Osman, peyameke spasî û rûmetê ragihand, ku ev e jî naveroka wê ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi navê xwe û malbata xwe:

Em spasiya Rêber û Lêvegerê xwe, Cenabê Serok Mesûd Barzanî dikin, ku bi şandina peyama sersaxiyê û beşdariya nûnerê Cenabê wî, birêz Kak Sîdad Barzanî di sersaxiya me de, hedar û aramiya me zêde kir û xemên me kêm kirin.

Spas û rûmetên xwe ji bo rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ku bi rêya têlefonê û beşdariya nûnerên Cenabê wî, birêzan Rewan Barzanî û Îdrîs Nêçîrvan Barzanî di sersaxiya me de, hevparê xema me bûn.

Spas û rûmetên me ji bo birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku bi têlefonê û şandina peyama sersaxiyê, xem û kovanên me kêmkirin. Herwiha em spasiya birêz Weysî Barzanî dikin ku bi rêya peywendiya têlefonê hevxemiya xwe anîn ziman.

Spas û rûmetên me ji bo birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, ku bi rêya peywendiya têlefonê hevxemiya xwe gihandin me.

Spas û rûmetên me ji bo birêzan Fazil Mîranî, Berpirsê Desteya Rêveberî ya Mekteba Siyasî, Endamên Desteya Rêveberî û Mekteba Siyasî û Komîteya Navendî, Berpirs û Endamên Mekteba Rêxistinê ya Parêzgehan, Berpirs û Endamên Beş û Şax û Organên Hizbî û hemû hevalên Partiya me li seranserê parêzgeh û deveran, ku bi beşdariya xwe di sersaxiyê de, an bi şandina peyam û peywendiya têlefonê, hevparê xema me bûn.

Spasiyeke taybet ji bo her yek ji birêzan Qubad Talebanî, Mamosta Selaheddîn Mihemed Behaeddîn, herwiha Serok û Sekreter û Rêber û Endamên Hizb û Aliyên Siyasî yên Kurdistan û Iraqê, Konsûl û Dîplomatkar û Nûnerên Welatan li Herêma Kurdistanê, ku bi beşdariya xwe di sersaxiya me de, an jî bi rêya têlefonê û şandina peyama sersaxiyê, hest û hevxemiya xwe anîn ziman.

Spas û rûmet ji bo Serok û Endamên Civata Dadwerî û Dadweran, Parlamenterên li Kurdistanê û Nûnerên li Iraqê û Wezîr û Parêzgar û Berpirsên Saziyên Rêveberiyê û Berpirs û Fermandar û Pilebilindên Dezgehên Leşkerî û Ewlehiyê û Hêzên Pêşmerge, ku bi beşdariya xwe di sersaxiya me de, an jî bi têlefon û şandina peyamê, hevparê xemên me bûn.

Em spasiya hemû kesayetiyên olî yên Îslam û Xiristiyan û Êzdî, kesayetiyên civakî û cemawerî û akademîk û ronakbîr û herwiha hemû çîn û beşên civaka Kurdistanê bi giştî dikin ku beşdarî sersaxiya me bûn, an jî bi têlefon û peyama sersaxiyê, xemên me kêm kirin.

Spas û pêzanînên me ji bo wan hemû birêzan ên ku di merasîma veşartina termê xwedê jêraziyê de li gel me bûn, herwiha digel spasdariyê, em pêzanînên xwe ji bo hemû berpirs û karmendên dezgehên rêveberî û Hêzên Navxweyî li seranserê bajarê Dihokê, ku di dema lidarxistina sersaxiya me de, zehmetê kişandin.

Xwedayê mezin bi dilovanî û kerema xwe, xêr û qenciya hemûyan binivîse.

Dr. Nûrî Osman Ebdulrehman
Li şûna malbata xwedê jêraziyê