Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Raspartiyê Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Raspartiyê Iraqê kir

May 2, 2026 - 17:28
May 2, 2026 - 18:29
Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Raspartiyê Iraqê kir
Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Raspartiyê Iraqê kir

Roja Şemî, 2ê Gulana 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Elî El-Zeydî, Serokwezîrê Raspartiyê ji bo pêkanîna hikûmeta federal a Iraqê, û şandeke Çarçoveya Hemahengiyê kir.

Di civînê de, tekez li ser pêwîstiya lezkirina avakirina hikûmetê li gorî heqê hilbijartinan, û herwiha pabendbûna bi demên destûrî hat kirin.

Di civînê de, Serok Barzanî herwiha behsa geşedanên dawî kir û tekez li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de di çarçoveya destûrê de kir.

Serok Barzanî diyar kir ku bicihanîn û pabendbûna bi destûrê çareseriya sereke ye, û daxwaz kir ku ji bo aramiya welat hemû alî bi destûrê ve pabend bin.

Di beşeke din a civînê de, birêz Elî El-Zeydî, Serokwezîrê Raspartî ji bo pêkanîna hikûmeta federal a Iraqê, tekez li ser pêwîstiya derbaskirina mijarên neyînî yên rabûrî û vekirina rûpeleke nû di têkiliyên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir. Di heman demê de, wî û şanda pê re daxwaz kirin ku blokên parlementoyî û hikûmî yên Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo beşdarbûneke çalak di proseya siyasî û pêkanîna hikûmeta federal de vegerin Bexdayê.