Serokê Herêma Kurdistanê rola Balyozê Swîsreyê bilind dinirxîne

Serokê Herêma Kurdistanê rola Balyozê Swîsreyê bilind dinirxîne

Aug 5, 2026 - 19:12
Serokê Herêma Kurdistanê rola Balyozê Swîsreyê bilind dinirxîne
Serokê Herêma Kurdistanê rola Balyozê Swîsreyê bilind dinirxîne

Êvariya îro Çarşemê 05.08.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya dawîhatina erka wî ya wek Balyozê Swîsreyê li Iraqê, pêşwaziyê li birêz Daniel Hunn kir.

Di hevdîtinê de, birêz Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser zêdetir xurtkirina têkiliyên Swîsreyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kir. Her di vê derbarê de, rola birêz Hunn di dema rabûrî de bilind nirxand û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwest.

Li aliyê xwe ve, birêz Daniel Hunn spasî û rûmetên xwe pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ji bo hevkarî û piştgiriya wan di dema erka wî de. Herwiha xwesteka welatê xwe ya ji bo bihêzkirina têkiliyan û hevkariya hevbeş a bi Iraq û Herêma Kurdistanê re di warên cuda de dûbare kir.