Serok Barzanî pêşwazî li Patrîkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê kir
Serok Barzanî pêşwazî li Patrîkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê kir
Roja duşemê 3yê Tebaxa 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Patrîk Mar Polsê Sêyem Nûna, Patrîkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê kir.
Di hevdîtinê de Patrîkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê, spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir ji bo hewldanên wî yên berdewam ji bo parastin û piştevaniya maf û daxwazên Mesîhiyan û hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên Iraq û Herêma Kurdistanê û rolê bavane yê Serok Barzanî di kûrkirina biratî û tebayî û çanda pêkvejiyanê û piştevaniya pêkhateyan de bilind nirxand.
Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî digel amajekirina bi qurbanîdan û xebata hevbeş a hemû pêkhateyên Kurdistanê, tekez li ser wê yekê kir ku cihê şanaziyê ye li Kurdistanê çanda pêkvejiyanê heye û em hemû di xêr û xweşî û nexweşiya hev de hevxem û hevbeş in û Kurdistan dê wek landika pêkvejiyan û biratî û tebayiyê bimîne.