Serok Nêçîrvan Barzanî Êrîşa li ser Kormorê Şermezar Kir
Serok Nêçîrvan Barzanî Êrîşa li ser Kormorê Şermezar Kir
Bi tundî ez wan êrîşên terorîstî yên ku şeva borî li ser zeviya Kormorê hatin kirin, şermezar dikim. Ev êrîş dijî binesaziya aborî û xizmetguzariyên giştî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê ne û metirsiyeke rasterast li ser asayîş û aramîya welat e.
Erk û berpirsyariya Hikûmeta Federal a Iraqê û saziyên ewlehiyê yên peywendîdar e ku di zûtirîn dem de hewleke ciddî bidin û rêkarên pêwîst û bi bandor bigirin ber ji bo lêpirsîn û sizakirina encamderên vî tawanî û rêgirtin li dubarebûna wê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
27/11/2025