Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Namo Fazil dike

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Namo Fazil dike

May 18, 2026 - 14:52
Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Namo Fazil dike
Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Namo Fazil dike

Serokê Herêma Kurdistanê piştgirî û pîrozbahiyê li lehengê Kurd (Namo Fazil) kir ku doh Şemiyê li şampiyoniya hunerên şer ên cîhanî li bajarê Los Angeles bi alaya Kurdistanê serkeftinek mezin bi dest xist.

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li ser tora civakî (X) nivîsî: "Pîrozbahiyên germ li lehengê navneteweyî, ciwanê Kurd ê jêhatî (Namo Fazil) dikim ji bo vê serkeftina mezin ku di lîstika hunerên şer ên tevlihev (MMA) de li Amerîkayê bi dest xist."

Nêçîrvan Barzanî herwiha nivîsî, "Ez hêviya berdewamî û serkeftinên zêdetir jê re dixwazim."
Lehengê Kurd Namo Fazil di lîstika hunerên şer (MMA) de, do Şemiyê di yekem lîstika xwe ya şampiyoniya (Netflix) li bajarê Los Angeles bi alaya Kurdistanê re, rûbirûyî lehengê Amerîkî (Jake Babiany) bû û karî ser bikeve.