Serok Barzanî pîrozbahiyê li lehengê Kurd (Namo Fazil) kir
Serok Barzanî pîrozbahiyê li lehengê Kurd (Namo Fazil) kir
Serok Barzanî, ji bo serkeftina mezin ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi dest xistiye, pîrozbahiyê li werzîşvan û lehengê Kurd ê hunerên şer ên tevlihev (MMA), Namo Fazil dike.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî "X" belav kir: "Pîrozbahiyê li lehengê ciwan û jêhatî yê Kurd (Namo Fazil) dikim ji bo vê serkeftina ku di şampiyoniyên (MMA) de li Amerîkayê bi dest xist."
Di beşeke din a peyama xwe de, Serok Barzanî destnîşan kir ku ev destkeftî cihê şanaziyê ye û nivîsî: "Ev serkeftin ji bo hemû Kurd û Kurdistanê cihê şanaziyê ye, pîrozbahiyê lê dikim û hêviya serkeftin û pêşketinên zêdetir jê re dixwazim."
Hêjayî gotinê ye, Namo Fazil, şervanê Kurd ê giraniya (Welterweight), karî di lîstikeke xurt de li bajarê Los Angelesê, li ser hevrikê xwe yê Amerîkî "Jake Babian" bi ser bikeve û serkeftineke dîrokî ji bo werzîşa Kurdistanê tomar bike.