Serok Nêçîrvan Barzanî bi Papayê Pîroz Leo yê Çardehê re civîya

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Papayê Pîroz Leo yê Çardehê re civîya

May 18, 2026 - 15:07
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Papayê Pîroz Leo yê Çardehê re civîya
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Papayê Pîroz Leo yê Çardehê re civîya

Berî nîvroya îro duşemê 18.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji aliyê Papayê Pîroz Leo yê Çardehê, Papayê Vatîkanê ve hate pêşwazîkirin û piştre li hev civiyan.
 
Di civînê de, Serok Nêçîrvan Barzanî ronî da ser rewşa pêkhateyan li Iraqê û Herêma Kurdistanê û tekez kir ku krîstiyan û hemû pêkhateyên olî û neteweyî, beşeke resen û jiyanî ne ji dîrok, kultûr û nasnameya nîştimanî ya Herêma Kurdistanê û bi hev re paşeroja welat ava dikin.
 
Serok Nêçîrvan Barzanî pêzanîna kûr a Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo rola hertimî û dîrokî ya Vatîkanê ya pêşvebirina diyalogê û bihevrejiyanê li cîhanê diyar kir, her wiha tevî bilindnirxandina bîranîna seredana dîrokî ya Papayê koçkirî Papa Fransîs, daxwaznameyeke fermî pêşkêşî Papayê Pîroz Leo yê Çardehê kir ji bo serdanakirina Iraqê û Herêma Kurdistanê.
 
Ji aliyê xwe ve, Papayê Pîroz şabûna xwe ya ji bo vê dîtinê diyar kir û pesnê kûr ê kultûrê lêborînê, bihevrejiyan û qebûlkirina hevdu li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir. Her wiha rola Herêma Kurdistanê ya vehewandin û parastin û misogerkirina jiyaneke aram ji lêqewimî û Krîstiyanan re di qonaxên giran de, bilind nirxand.
 
di beşeke din a civînê de, rewşa giştî ya navçeyê hate gotûbêjkirin û herdu aliyan hêvî xwest ku aştî, aramî tenahî ji tevahiya mirovahiyê re bibe rastî.