Serokwezîrê Iraqê Ji Bo Lihevkirinên Hewlêr-Bexda Spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî Kir

Sep 27, 2025 - 18:47
Serokwezîrê Iraqê Ji Bo Lihevkirinên Hewlêr-Bexda Spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî Kir
Serokwezîrê Iraqê Ji Bo Lihevkirinên Hewlêr-Bexda Spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî Kir

Hewlêr - Kurdistan: Îro piştî nîvro, roja Şemiyê 27ê Îlona 2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêwendiyeke têlefonî ji birêz Mihemed Şiya El Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê yê Federal, wergirt. Di vê pêwendiyê de, Serokwezîr El Sûdanî spasiya Serok Barzanî kir ji bo hewldanên wî yên berdewam di warê lihevkirina navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi taybetî li ser meseleya hinardekirina petrolê û pirsgirêkên mûçe û mafên darayî.

Serokwezîr El Sûdanî, di gotinên xwe de, ev lihevkirin wekî gaveke girîng nirxand ku dê alîkarî bike di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û bandoreke erênî li ser aramiya aborî ya welat bike. Herwiha hêvî xwest ku ev rêkeftin ji bo derbaskirina astengiyên din jî bibe piştevan.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî jî spasiya Serokwezîr El Sûdanî kir ji bo rola wî ya xemxûr û hewldanên wî yên ji bo gihîştina vê rêkeftinê. Serok Barzanî tekez kir ku ev lihevkirin dê asoyên nû ji bo hevkariya hevbeş a Hewlêr û Bexdayê veke û hêvî xwest ku ew bibe bingehek ji bo derxistina yasaya petrolê û çareserkirina pirsgirêkên din ên hilawestî.

Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê her wiha destnîşan kir ku Serokwezîr El Sûdanî her tim niyeta xwe ya çareserkirina pirsgirêkên welat, bi taybetî yên bi Herêma Kurdistanê re, nîşan daye û di vê çarçoveyê de kar kiriye. Di dawiyê de, Serok Barzanî spasiya hemû tîm û aliyên peywendîdar ên li Hewlêr û Bexdayê kir ku di pêvajoya çareserî û gihîştina rêkeftinê de xebitîne.