Serok Barzanî Pêşwaziya Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kir
Serok Barzanî Pêşwaziya Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kir

Selaheddîn - Kurdistan: Roja Şemiyê 27 ê Îlona 2025an li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraq û herêmê, pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêmê hatin gotûbêjkirin.