Peywendiyên Kurdistan û Ajansa JICA ya Japonî Nirxandin

Peywendiyên Kurdistan û Ajansa JICA ya Japonî Nirxandin

Feb 17, 2026 - 13:04
Peywendiyên Kurdistan û Ajansa JICA ya Japonî Nirxandin
Peywendiyên Kurdistan û Ajansa JICA ya Japonî Nirxandin

Rêveberê Giştî yê Fermangeha Peywendiyên Derve pêşwaziyê li rêveberê beşa Rojhilata Navîn û Ewropayê ya Ajansa JICA ya Japonî kir.

Roja Sêşemiyê, 17ê Sibata 2026an, Sefîn Muhsîn Dizeyî, Rêveberê Giştî yê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Ono Shûtarû, Rêveberê Beşa Rojhilata Navîn û Ewropayê, û şanda pê re ya Ajansa JICA ya Japonî kir.

Di dema hevdîtinê de, şanda JICA spasiya xwe ji bo hevkariya xurt a bi Herêma Kurdistanê re anî ziman û destxweşiyê li Herêma Kurdistanê kir ji bo serkeftina wan di cîbicîkirina gelek projeyên pêşketinê de.

Di dawiyê de, Rêveberê Giştî yê Fermangehê tekezî li ser pabendbûna Herêma Kurdistanê ya bi kûrtirkirina pêwendiyan bi Japonê re û berfirehkirina hevkariyan di warên wek pêşketina aborî, çandinî, geştyarî û veberhênanê de kir.