Dr. Nûrî Osman û Konsolosê Giştî yê Urdinê tekez li ser pêşxistina peywendiyan kirin.

Dr. Nûrî Osman û Konsolosê Giştî yê Urdinê tekez li ser pêşxistina peywendiyan kirin.

Feb 17, 2026 - 13:48
Dr. Nûrî Osman û Konsolosê Giştî yê Urdinê tekez li ser pêşxistina peywendiyan kirin.
Dr. Nûrî Osman û Konsolosê Giştî yê Urdinê tekez li ser pêşxistina peywendiyan kirin.

Serokê Nivîsîngeha Serokê Herêma Kurdistanê û Konsolosê Giştî yê Urdinê tekez li ser pêşxistina peywendiyan kirin.

Îro Sêşemiyê, 17/02/2026, birêz Dr. Nûrî Osman, Serokê Nivîsîngeha Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Ziyad el-Betarîse, Konsolosê Giştî yê Keyaniya Haşemî ya Urdinê li Herêma Kurdistanê, kir.

Di hevdîtinê de ku birêz Niyaz Salih, Serokê Fermangeha Karûbarên Derve û Dîplomasiyê ya Serokayetiyê, amade bû, ji bilî bîranîna peywendiyên dîrokî yên gelê Kurdistanê û Keyaniya Urdinê û dostaniya xurt a di navbera serokên wan de, tekez li ser girîngiya peywendiyên qonaxa îroyîn a di navbera her du aliyan de û xebata ji bo pêşxistin û berfirehkirina wan di warên curbicur de hat kirin.

Pêşketinên rewşa navxweyî, pêvajoya siyasî li Iraqê û rewşa giştî ya Herêmê, beşek din ji gotûbêjên hevdîtinê bûn, di encamê de nêrînên derbarê bûyeran û encamên wan li ser herêmê hatin guhertin.