Li Mêrdînê Dest Pê Kir: Çêjên Anatoliyê Digihînin Dilê Botanê

Fûara Berhemên Herêmî Li Mêrdînê Dest Pê Kir: Çêjên Anatoliyê Digihînin Dilê Botanê

Sep 16, 2025 - 16:50
Li Mêrdînê Dest Pê Kir: Çêjên Anatoliyê Digihînin Dilê Botanê
Fûara Berhemên Herêmî Li Mêrdînê Dest Pê Kir: Çêjên Anatoliyê Digihînin Dilê Botanê

Mêrdîn - Kurdistan: Bajarê Mêrdînê yê dîrokî, ev çend roj in bûye mêvandarek ji bo "Fûara Berhemên Herêmî" ku tê de berhemên xwarin, destkarî û tekstîlê yên taybet ên ji herêmên cuda yên Anatoliyê tên pêşandan û firotin. Fûar, ku li navçeya Artukluyê hatiye danîn, ne tenê derfetê dide esnafan ku berhemên xwe bidin nasandin, di heman demê de pirrengiya çandî ya Kurdistan û Anatoliyê jî dide ber çavan.

Esnafên ji çar aliyên welêt hatine Mêrdînê, eleqeyeke mezin ji welatiyên Mêrdînê dibînin. Nihat Buyuk ê ku ji parêzgeha Tokatê beşdar bûye, kêfxweşiya xwe ji ber ku li Mêrdînê ye anî ziman. Wî diyar kir, "Em ji bo festîvala berhemên herêmî hatin Mêrdînê. Li vir ez ji mirovan re macûna ji bo pişikê, kremên ji bo hemoroyîd û egzîmayê, herwiha rûnê reşbelekê difiroşim." Buyuk, bi spasdarî li ser gelê Mêrdînê axivî û got, "Xwedê ji gelê Mêrdînê razî be, ez spasiya wan dikim, pir hesas in. Hatine vir, me tenê nehiştin. Mêrdîn cihekî ecêb e. Dikarin bibêjim parêzgeha herî hêja ya Anatoliyê ye."

Enes Ozcan, esnafekî din ê ku bi eslê xwe ji Qoserê ye, anî ziman ku fûar berhemên bêhempa ji bajarên cuda digihîne Mêrdînê. Ozcan got, "Berhemên ji ciyên cuda, ji şaristaniyên din, anîne vir. Mînak, em ji Afyonkarahisarê sucuk, ji Meletiyê berhemên herêmî, ji Trabzonê penîr tînin." Wî herwiha destnîşan kir ku armanca wan ew e ku cihêrengiyê peyda bikin û berhemên xwe bi bihayekî guncaw bidin ber destê welatiyan. Li ser qerebalixiyê jî got, "Herçiqas qerebalixî hinekî zehmet derbas bibe jî, em şikir dikin."

Fûara Berhemên Herêmî heta 21ê Îlonê dê vekirî be. Ev fûar ji bo şêniyên Mêrdînê ne tenê derfeteke danûstandinê ye, di heman demê de zemîneke çandî ya girîng ji bo têkeliya di navbera herêmên cuda yên Kurdistan û Anatoliyê de pêşkêş dike.