Nûnerê NY: Piştî Vekişîna UNAMIyê jî dê Rewşa Êzdiyan Bê Şopandin
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji Mîrê Êzidiyan re: Piştî Vekişîna UNAMIyê jî dê Rewşa We Bê Şopandin
Şêxan - Kurdistan: Îro 16.09.2025 Cîgirê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Karûbarên Siyasî û Alîkariya Hilbijartinê, Claudio Cordone, di serdanekê de bo Şêxanê, bi Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzidiyan, re civiya. Cordone di vê hevdîtinê de piştrast kir ku Neteweyên Yekbûyî dê rewşa civaka Êzidî piştî vekişîna Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) jî bişopîne.
Li gor daxuyaniya Cordone, di hevdîtina bi Mîrê Êzidiyan re, mijarên dîrokî yên girêdayî civaka Êzidî û herweha fikarên heyî yên mafên mirovan hatine gotûbêjkirin.
Ev piştrastkirin di demekê de ye ku di demên dawî de biryara Neteweyên Yekbûyî ji bo bidawîkirina erkên UNAMIyê li Iraqê, fikarên hin civakên kêmîneyan, bi taybetî jî Êzidiyan, zêde kiribû ku dibe ku piştgirî û çavdêriya navneteweyî li ser rewşa wan kêm bibe. Lêbelê, gotinên Cordone nîşan didin ku Neteyên Yekbûyî pabendbûna xwe ya ji bo parastina mafên Êzidiyan û şopandina rewşa wan didomîne.
Civaka Êzidî, ku di sala 2014an de rastî jenosîtekê hatibû û hê jî bi pirsgirêkên wekî nehatina nûkirin a deverên xwe û vegera penaberan re rû bi rû ye, ji bo piştgiriya navneteweyî gelek girîngiyê dide. Daxuyaniya cîgirê nûnerê taybet ê NY dikare hêviyê bide civaka Êzidî ku dengê wan dê di qada navneteweyî de neyê jibîrkirin.