Amîna Zikrî: Serok Barzanî Çavkaniya Bawerî û Hêza Jinên Kurd e
Di derbarê rola dîrokî ya jinan de, Serok Barzanî tekez kir ku jinan di şoreş û tevgera rizgariya Kurdistanê de mil bi milê mêran têkoşîn kirine. Wî got, "Heke ji mêran zêdetir nekiribin, kêmtir nekirine."
Hewlêr - Kurdistan: Îro, 16ê Îlona 2025an, Amîna Zikrî, endama Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ragihand ku wan ligel hevalên xwe yên jin ên Komîteya Navendî û serpereştyarên yekemîn Konferansa Jinên Kurdistanê, li baregeha Serok Mesûd Barzanî hevdîtinek pêk anîn.
Li gor daxuyaniya Zikrî, nêrîna Serok Barzanî ya derbarê pirsa jinan de li ser bingeha piştgirîkirin, teşwîqkirin û çalakirina şiyanên jinan e, digel xwe-pêşxistin û peydakirina atmosfereke guncaw ji bo wan. Ev nêrîn, weke ku hat gotin, ji fikra Barzanî hatiye.
Di derbarê rola dîrokî ya jinan de, Serok Barzanî tekez kir ku jinan di şoreş û tevgera rizgariya Kurdistanê de mil bi milê mêran têkoşîn kirine. Wî got, "Heke ji mêran zêdetir nekiribin, kêmtir nekirine." Herweha anî ziman ku di şoreşên Îlon û Gulanê de rola wan ji mêran bi bandortir bû, ji ber ku ew hem dayik û mamoste bûn ji bo zarokên xwe, hem jî rola cotkar û karkeriyê dilîstin. Barzanî destnîşan kir, "Ji ber vê yekê heke ew îradeya xurt a jinên Kurdistanê nebûya, dibe ku şoreş bi ser neketiba. Çiqas qala jinên Kurd bê kirin, kêm e."
Serok Barzanî di vê hevdîtinê de herwiha kêfxweşiya xwe anî ziman ji ber ku "hejmareke zêde ji jinan roleke mezin û xurt di avakirina civakê de dilîzin." Wî girîngiya rola jinan di perwerdeya li ser fikra welatparêziyê de ji bo nifşên pêşerojê destnîşan kir û tekez kir ku "girîng e di hemû waran de, jinên Kurd rola xwe bilîzin."
Derbarê mafên jinan de jî, Serok Barzanî destnîşan kir ku divê mafên wan bên parastin û rêz li wan bê girtin, ji ber ku ev yek beşek ji felsefeya Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed Barzanî û Mela Mistefa Barzanî ye. Wî herwiha soza piştgirî û alîkariya xwe da û got, "Li ku derê hûn hewcedar bibin ez amade me."
Amîna Zikrî diyar kir ku Serok Barzanî her dem li ser wê yekê israr dike ku divê jinên Kurdistanê şiyanên xwe pêş bixin û di vê derbarê de piştgiriyeke xurt bûye. Wekî mînakeke berbiçav, Partiya Demokrat a Kurdistanê wekî yekemîn partiya Başûrê Kurdistanê, rêjeya kotaya jinan a Komîteya Navendî di Kongreya 14emîn de bo 15% zêde kir.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Amîna Zikrî spasiya Serok Barzanî kir û got ew "çavkaniya hêz û baweriya me ye." Wê herwiha spasiya wî ji bo piştgirîkirina yekemîn Konferansa Jinan, û piştgiriya wî ya di cîbicîkirina pêşniyarên konferansê de, û teşwîqkirina ji bo bêtir xebat û rol-lîstinê û baştirkirina rewşa jinan, anî ziman. Zikrî bi gotina "Spas Cenabê Serok ji bo xemxoriya we ya ji bo pirsa jinan" daxuyaniya xwe bi dawî kir.
Eve jî naveroka gotara Amîna Zikrî, endama Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ye:
Hevdîtina Cenabê Serok Barzanî
Îro ligel hevalên min ên jin ên Komîteya Navendî û serpereştyarên yekemîn Konferansa Jinên Kurdistanê, me hevdîtinek bi Cenabê Serok Barzanî re pêk anî.
Nêrîna Serok Barzanî ya derbarê pirsa jinan de, piştgirîkirin, teşwîqkirin û çalakirina şiyanên jinan e, ligel xwe-pêşxistin û peydakirina atmosfereke guncaw ji bo wan, ev jî ji fikra Barzanî hatiye.
Bîr û Ramana Serok Barzanî ya li ser beşdarbûna jinan di şoreş û tevgera rizgariya Kurdistanê de ew bû ku wî got: "Jinên di şoreş û tevgera rizgariya Kurdistanê de mil bi milê mêran têkoşîn kirine, heke ji mêran zêdetir nekiribin, kêmtir nekirine. Di rastiyê de di şoreşên Îlon û Gulanê de rola wan ji mêran bi bandortir bû, ji ber ku ew hem dayik û mamoste bûn ji bo zarokên xwe, ji aliyekî din ve rola cotkar û karkeriyê jî dilîstin. Ji ber vê yekê heke ew îradeya xurt a jinên Kurdistanê nebûya, dibe ku şoreş bi ser neketiba, ji ber vê yekê çiqas qala jinên Kurd bê kirin, kêm e."
Serok Barzanî di vê hevdîtinê de got: "Ez gelekî kêfxweş im ku dibînim hejmareke mezin ji jinan roleke mezin û xurt di avakirina civakê de dilîzin." Herweha Cenabê wî tekez kir ku "girîng e hûn rola xwe di perwerdeya li ser fikra welatparêziyê de li ser jinan û nifşên pêşerojê bi kar bînin. Di hemû waran de, divê jinên Kurd rola xwe bilîzin."
Nêrîna Serok Barzanî ew e ku divê mafên jinan bêne parastin û rêz li wan bê girtin, ji ber ku ev nêrîn beşek ji felsefeya Şêx Ebdulselam Barzanî ye û piştî wî jî Cenabê Şêx Ehmed Barzanî û Cenabê Mela Mistefa Barzanî. Cenabê wî tekez kir ku her tim ez piştgir û alîkarê we me û li ku derê hûn hewcedar bibin ez amade me.
Serok Barzanî her dem tekez dike ku divê jinên Kurdistanê şiyanên xwe pêş bixin û di vê derbarê de piştgiriyeke bihêz bûye. Mînaka herî baş jî ew e ku Partî wekî yekemîn partiya Başûrê Kurdistanê rêjeya kotaya jinan a Komîteya Navendî di Kongreya 14emîn de bo (15%) zêde kir.
Spas ji bo Cenabê Serok, ku çavkaniya hêz û baweriya me ye, spas ji bo piştgirîkirina yekemîn Konferansa Jinan, spas ji bo piştgiriya wî ya di cîbicîkirina pêşniyarên konferansê de û teşwîqkirina ji bo bêtir xebat û rol-lîstinê û baştirkirina rewşa jinan.
Spas Cenabê Serok ji bo xemxoriya we ya ji bo pirsa jinan.
Amîna Zikrî
16ê Îlona 2025an