Daneyên Kar û Çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di Sala 2025an de
Daneyên Kar û Çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di Sala 2025an de
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî daneyên beşek ji kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di sala 2025an de eşkere dike.
Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, roja Înê 26/12/2025 di kongreyeke medyayî de ku li Serokatiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Hewlêrê hat lidarxistin, daneyên kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yên sala 2025an pêşkêş kir.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di destpêka axaftina xwe de spasiya piştgiriya bexşîner û xêrxwazan û medyayan ji bo kar û çalakiyên dezgehê kir. Dûvre bi boneya hatina sala nû ya Zayînî, pîrozbahî li gelê Kurdistanê û civaka mirovahiyê li tevahiya cîhanê kir.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi taybetî spasiya Cenabê Serok Barzanî kir, ku ew bawerî bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî daye, herwiha spasiya Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku di gel tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hevkar û piştgir bûne, herwiha spasiya her yek ji karmendên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir, ku karîne ew baweriya di navbera hevkarên bexşîner û dezgehê de hatî çêkirin biparêzin.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, herwiha eşkere kir ku di dawiya salê de rewşeke dijwar û zehmet di nav kampên koçber û penaberan de derbas kirine, bi taybetî ku heta niha 27 kampên koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê ne, lê alîkariyên navneteweyî gelek kêm bûne. Her di wê derbarê de tekez kir ku "Hikûmeta Iraqê û bi taybetî Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi tu awayî xwe berpirsiyar nedîtine, di demekê de ku berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milên wan, bi taybetî ji bo alîkariya koçberan, lê di bicihanîna erkên xwe de gelek kêmterxem bûne."
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, herwiha eşkere kir ku piştî guherînên îdarî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, zêdetirî 19 projeyan di nav kampan de hatine rawestandin.
Wek Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî behs kir, tabloya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di sala 2025an de bi vî awayî bûye:
Hejmara kesên sûdmend di sektoran de:
* Kerta Rêvebirî û Hevahengiya Kampan: 874,747
* Kerta Penageh: 228
* Kerta Jiyanê: 111,552
* Kerta Ewlehiya Xorekê: 475,867
* Kerta Kelûpelên Nexorekê: 175,708
* Kerta Alîkariya Diravî: 45,917
* Kerta Av û Kanalîzasyonê: 73,152
* Kerta Tenduristiyê: 314,573
* Kerta Perwerdeyê: 41,588
* Kerta Parastinê: 27,834
Tevahiya têçûya Proje û Çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: 41,702,286,701 Dînar bûye.
Bûdçeya Projeyan: 37,035,293,870 Dînar
Bûdçeya Projeyên Berdewam: 3,677,791,581 Dînar
Bûdçeya Çalakiyan: 989,201,250 Dînar
Hejmara Malbat û Kesên Sûdmend Li Gor Cihê Cografî:
Herêma Kurdistanê: 237,927 Malbat 1,637,113 Kes
Iraq: 73,006 Malbat 493,380 Kes
Sûriye: 348 Malbat 10,673 Kes
Rêjeya Beşdarî û Bexşînên Aliyan Di Cîbicîkirina Projeyan de:
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: 26.60%
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Hevkarên wê: 34.48%
Bexşîner û Xêrxwaz: 32.02%
Hevaheng: 6.90%
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di 10 sektorên cûda de bi berdewamî kar û çalakiyên berbiçav pêk anîne. Ji bilî vê, çendîn projeyên demkurt û demdirêj jî cîbicî kirine.
Di sala 2025an de ji bilî sektoran 161 proje hatine pêkanîn.
Hejmara zarokên ezîzên sûdmend ên ji alîkariya darayî: 3,732 zarokên ezîz bûne.
Mala Ezîzan û Bêhevjînan a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ji bilî dabînkirina kursiyên xwendinê, bîmeya dermanî, alîkariya pizîşkî, cil û berg û pêdiviyên dibistanê û dilxweşkirina zarokên ezîz (sêwî) bi ger û geşt û melevanî û hespsiwarî, 3,732 zarokên ezîz di sala 2025 an de ji alîkariya darayî sûdmend kirine.
Amadekar: Salar Babeşêx